Gokkan: Ê ku xwe nede ber yekîtiyê wê bêîtibar bibe 2020-05-15 09:15:56 AMED - Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, der barê peyama Ocalan ya ji bo “yekitiya neteweyî” de anî ziman ku yekitî, azadiya kurda ne û got: “Birêz Ocalan, di hemû şert û mercên zor de heke yekitî xistibe rojeva xwe, nexwe ew tê wê wateyê ku ji bo kurdan bê yekitî jiyan nabe.” Her wiha Gokkan got, ji partiyên kurdan ê ku xwe nede ber yekîtiyê wê bêîtibar bibe.    Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, yekitiya neteweyî ya kurd ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî di axaftina xwe ya dawî de li ser sekînîbû, girîngiya yekitiya neteweyî ya ji bo jinên kurd û tecrîda li ser Ocalan nirxandin.    Gokkan, diyar kir ku hevdîtina telefonê ya Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo civakê bûye moral û çendî ku bi telefonê be jî hêvî û moraleke cuda daye civakê. Gokkan, got: "Ev ne telefoneke xwezayî bû. Piştî 21 salan bi telefonê axaftin çêbû. Ji ber wê ev têr nake qels e, hindik e. Mafên qanûnî bin pê dibin. Dewlet qanûnên xwe bi xwe pêk neyîne, tê wateya ku dewlet pûç bûye. Birêz Ocalan 21 sal in di zindanê de ye, 71 salî ye, di hemû şert û mercên zor de heke yekitî xistibe rojeva xwe ew tê wê wateyê ku ji bo kurdan bê yekîtî jiyan nabe. Niha yekîtiya kurdan ne zor e. Niha derkevî li kolanan, taxan, gundan, navçeyan kîjan aliyê Kurdistanê be kurdekî ku dibê bila kurd nebin yek tune ye. Ji ber wê yekê dema mirov gotinên Birêz Ocalan dinêre yekîtî azadiya kurdan e. Li cîhanê jî binêrin heke gelek nebe yek, azadiya wî gelî tune ye.”   ‘YEKITIYA KURDAN JI BO JINAN JIYAN E’   Gokkan, da zanîn ku Başûr ji hemû êrîşan re vekirî ye, ji ber ku çand û hunera xwe, dibistanên xwe, jiyana xwe nekirine yek, perçe perçe ye û ji hemû êrîşan re vekiriye. Gokkan, got: "Em jinên kurd tu caran perçebûyînê qebûl nakin. Perçebûn jî bi yekîtiyê ji holê radibe. Heke kurd nebin yek jinên kurd di nav çar dewletan de perçe perçe dibin. Ji ber ku çanda ereban, farisan, tirkan, şiîyan, digirin. Ji ber wê her desthilatdariya mêr jinê heşt car perçe dike. Mesele îro lê binêrin êrîşên ku li Kurdistanê dibin DAÎŞ bi şiklekê, dewletên BAAS bi şiklekê êrîş dike, dewleta Tirkiyeyê jî bi şiklekê êrîş dike. Rêvebertî li gorî hişmendiya xwe êrîşî jinan dikin. Ji ber wê yekîtiya kurdan ji bo me jinan jiyan e, azadî ye.”   ‘TU BERJEWENDÎ JI YÊN KURDISTANÊ NE BI QIYMETTIR IN’   Gokkan, anî ziman ku Ocalan di bin şert û mercên herî dijwar de dibê yekitiya kurdan û got: “Jinên kurd ji bo yekitiyê berxwedanên pir mezin dan. Di 2010’an de li Amedê Konferansa Jinên Kurd çêbû. Li ku derê jineke kurd hebû hatin. Di wê konferansê de gotin ku 'bê yekitî azadî nabe û jinên kurd dê rêberiyê ji yekitiyê re bikin.' Di 2012’an de konferansa duyemîn li Hewlerê çêbû. Bi sedan jinên kurd beşdar bûn. Di 2017’an de li Silemaniyê jinên kurd hatin ba hev û di 2017’an de jî li Amedê Platforma Jinên Kurd avabû. Jinên ji fikr û raman, sazî û dezgehên cuda hatî xal danîn gotin ku ‘tu berjewendiyên şexsan, koman, partiyên siyasî ji berjewendiyên Kurdistanê ne bi qiymettr e. Rêberên PDK'ê, YNK’ê, Goran, hemû sazî û dezgehên Kurdistanê lazim e bibîhisin. Heke rêveberên kurd jinên kurd guhdar nekin dê kê guhdar bikin? Bi guhdarnekirina jinên kurd rêveberên kurdan îtibarê winda dikin. Başûr heke yekitiya Kurdan neke xala xwe ya yekemin bê îtibar dimînin. Dewleta Tirkiyeyê jî dixwaze Federasyona Kurdistanê bê îtibar bihêle. Dixwazin kurd kurdan bikujin, heqaretê li hev bikin. Ew heqaret li wê rêvebertiyê dibe. Heke rêveberên kurd bangên me jinan bibîhisin em ê jê hurmet bigirin.”   DILÊ 50 MILYON KURDAN PERÇE NEKIN   Gokkan, anî ziman ku hunermendên kurd ji bo yekitiyê bang li hemû rayedarên kurd kirin û wiha lê zêde kir: “Hunermendên kurd xwestin yekitî were çêkirin. Heke rêveberiyek hunermend, rêxistinên jinan, rewşenbîr û bawermendên xwe guhdar neke wê demê çima hene û dê çima hurmet ji wan re were girtin. Em naxwazin yek kurd jî bê îtibar bibe. Destê me li ser dilê me ye ku kurd dê kurda bikujin. Heke 50 milyon kurd bêje kurd kurdî bikuje dilê min perçe dibe wê demê, hewceye ku wî dilî perçe nekin. Ewqas ker, kor û lal bin li hember bangên kurdan ev tişt nayê qebûl kirin. Ji ber wê yekîtî azadî ye, panzehîra nijadperestî, olperestî û zayendperestiyê ye.”   ‘EV SEDSALA AZADIYA JINA NE’   Gokkan, destnîşan kir ku destkeftiyên kurdan yên kurdan hemûyan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewletê bi xwe îtîrafkir gotin 28 serhildanên kurdan çêbûn, PKK ya 29’an e. Di 28 serhildanan de goristanên kurdan jî tunin. Gorên rêberên kurdan jî tune ne. Heke goristan tune bin kurd tune ne. Dibejin ‘em ê we ji gora rêberên we mehrûm bihêlin’, ji bo Birêz Ocalan jî dibên ‘em ê we ji rûyê wî mehrûm bihêlin.’ Hovîtiyê, ji asta sucê mirovahiyê jî derbas kiriye. Cara yekem di dema Tevgerên Azadiya Kurd de goristanên kurdan çêbûn. Kurd li têkoşerên xwe xwedî derketin. Kurdan li dijî komkujiyan berxwedanên mezin dan. Ji bo ku dîroka azadiyê çêbe hemû kongre, konferans, perwerdeyên xwe li her çar aliyên Kurdistanê bi rêxistin kirin. Şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de rêxistinên kurdan tune ne. Navê kurdan derbas nabe. Di vê demê de rêxistina kurdan di sedsala 21’emîn de li cîhanê ya herî bi îtibare. Li dewletên hegemon binêrin Rusya, Emerika, Çîn dewletên biçûk yên bi wan ve girêdayî wekî Îran, Iraq û Tirkiyê. Ne bi kurdan dibin ne jî bêyî kurdan dibin. Heke pergala cîhanê wisa hatibe xetimandin ev sedsal sedsala kurdan e. Heke jinên kurd bi têkoşînê rêberiya jinên cîhanê bikin ev sedsala azadiya jina ne. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ji erdnîgariya Kurdistanê derketî ye. Fikirmendê sedsala 21’an e. Fikr û ramanên wî li Kurdistanê tesîr dikin. Azadiya jinê, demokrasi û ekolojî hêvan kir. Wê hêvanê di cîhanê de girt. Heke fikirmend û rewşenbîrên cîhanê bêjin fikr û ramanên Ocalan yên vê sedsalê ne. Ev sedsal ya kurdan e û li hemû cîhanê belavbûye.”   ‘PERGALA DEWLETÊ ÎFLAS KIRIYE’   Gokkan, bilêv kir ku tecrîda ser Ocalan tê meşandin rûreşiya rayedarên dewletê ye û got: “Rûreşî ne tenê ya dewleta Tirkiyeyê ye heman demê de ya dewletên navneteweyî ye jî. Ev tecrîd wisa bê domandin Neteweyên Yekbûyî (NY), CPT, Yekitiya Ewropa (YE), Konseya Ewropa hemû di bin vê rûreşiyê de ne. Dewleta Tirk cesaretê ji sazî û dezgehên navdewletî digire û vê tecrîdê dimeşîne. Tecrîd ji aliyê tu kesê ve nayê qebûl kirin. Dewletan bi xwe peyman mohr kirine ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Protokolên ku mohr kirine êdî nasnakin. Ev dewlet di sedsala 21’an de pûç in, rûreş in, vala ne û bê bawerî ne. Em dizanin pergala dewletê êdî xwe îflas kiri ye. Ji ber wê hewceye dewlet xwe biguherin û veguherin. Heke xwe neguherin ev peymanên ku mohr kirine êdî bê îtibar in.”   ‘LI DIJÎ TECRÎDÊ BERXWEDANEKE MEZIN HEWCE YE’   Gokkan, anî ziman ku desthilatdariyê dest avêtiye ser hemû berjewendiyên kurdan, yên gelan yên dînamîkan, ev jî tecrîdeke derveyî mirovahiyê ye û wiha domand: “Li dijî tecrîdê berxwedaneke pir mezin hewce ye. Ji ber ku tecrîd li ser birêz Ocalan tenê nîne. Ji bo wê mesele tenê ne ya kurdan e jî sûcê mirovahiyê ye. Birêz Ocalan di wan şertên dijwar de bi ewlehî û tenduristî derxin. Heke dernexin ev cinayete qetlîam e. Tecrîda li ser birêz Ocalan qetlîyama kurdan, gelan û dînamîka ne. Di şewba coronayê de komplo, tecrîd, komkujî berdewam e, goristanan hilweşînin. Ev nijadperestî ye ne êrîşeke ji rêzê ye. Birêz Ocalan 21 salin di giravê de ye. Şert û mercên girtîgeha bi xwe tenduristiyê dixe bin rîskeke pir mezin. Divê dewlet berpirsyariyên xwe bîne cih, hovîtiyê li ser zindanan ne meşîne. Ji xwe di zindanan de xwarin vexwarin şertên tenduristiyê tune ne. Heke ev şewba bikeve wê derê qetlîyamek dê di zindanan de çêbe. Zindan di vê rewşê de bûne qempên esîran. Wê demê divê dewlet qebûl bike şerek heye û yên zindanê de esîr in. Di cîhanê de hiqûqa esîran jî heye. Di bin nave coronaye de efû derxistin ew efûya tecawizkara ne ya Alaattîn Çakici ye.”   ‘MOHREKE REŞ E LI ENIYA HEMÛ RAYEDARAN’   Gokkan, bibîr xist ku 17 hezar kujerên diyar çêbûne û Dayikên Şemiyê her tim bang dikin û got: “Dewletê got hêzên tarî 17 hezar mirov qetilkiri ne. Madem wan hêzên tarî ew qetlîam kirine kê ji 264 goran hestî revandin? Şûna ku hestiyên Dayikên Şemiyê yên ku 25 sal e lê digerin bibînin dayikên ku hestiyên wan revandin jî li wan zêdekirin. Ev rûreşiyeke, mohreke reş e li eniya hemû rayedaran. Buyerên ku niha diqewimin mirina dewletê bi xwe ye. Dewlet xeyal dike ku bi hêz e bi qewet e nizanim bi çi ye lê dewlet dimire”   ‘JI BO KU JIN RÊBERTIYA JINÊ NEKE ÊRÎŞ DIKIN’   Gokkan, diyar kir ku tundiya li ser jinan tê meşandin di pergala dewletê de fermî bûye û wiha axivî: “Dewlet bi awayekî eşkere neyartiya jinan dike. Ji ber wê tundiya li ser jinan şerê ku dewletê li jina îlankirî ye. Li Kurdistan û Tirkiyê guhertinên pir mezin çêbûn. Wexta AKP di sala 2002’yan de hat, wê demê DEHAP hebû. Di dorên yekemîn de jinên kurd bûn namzet. Hemû jinên ku di nav partiyên siyasî yên Tirkiyê de cih girtî rexne kirin û digotin ‘çiyê jinên kurd ji me zêde ye ku ew dibin namzetên dora yekemîn lê hûn me nakin namzet.’ Esas ev êrîşa ku li ser me dibe ji bo ku jinên di partiyên wan de cih digirin wan rexne nekin pirsan nepirsin, deng nekin li hemberî wan, serî netewînin êrîşî me dikin. Wê demê jinên AKP, CHP, Refah, MHP'ê digotin ‘çima jinên kurd dibin şaredar, dibin parlementer çima em nikarin bibin?’ Wan ji bo jinên ku dengê xwe didin wan deng nekin, serê xwe bitewînin ew qas êrîşên mezin li me dikin. Bila ew jin dengê me bibîhisin. Em dibêjin hevjiyana azad, hevserokatî, hevşaredarî pergaleke ku jin û mêr bi hevre jiyan bikine. Dewlet êrîşî dînamîkan dike dibê hûn ji wan re rêbertiyê dikin. Êrîşên li Kurdistanê êrîşa jinên xwedî nasnameyên cuda ye esas. Hewceye ku em hemû bibin yek û dengê xwe bilind bikin. Tu miletek bi tena serê xwe azad nabe. Tu dînamîkên jinan jî bi tena serê xwe azad nabin. Ji bo wê heke em bi hev re dengê xwe bilind nekin azadî çênabe. Ji bo ku jin bi jinan re nebe rêber êrîş çêdibe. Wê hêvana Birêz Ocalan avêtî bi tam û kur girt. Ji bo ku van fikr û ramanan qetil bikin êrîşên wisa çêdibin. Em weke TJA ya ku nasnameyên cuda têda em tu car serê xwe li hember van êrîşan natewînin. Wexta em dibêjin ‘Jin Jiyan Azadî’ em hevjiyan, hevserokatî û hevşaredariya azad pênase dikin. Em ê berxwedana xwe bi jin jiyan azadî bidomînin.”   MA / Fahrettîn Kilinç - Arjîn Dîlek Oncel