Mamosteyê kurdî ê li Japonyayê: Hêviyê ji tu dewlet û pergalan nekin 2020-05-15 09:17:23 AMED - Hîndekarê Zimanê Kurdî yê Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê Vakkas Çolak, diyar kir ku li dijî pişaftinê pêwîst e kurd bi hev re bi kurdî biaxivin, binivîsin, bijîn û got: “Bila kurd hêviyê ji çu dewlet û pergalan nekin. Gereke em li komele û saziyên xwe, li mala xwe vî karî berdewam bikin.” Ji sala 2006'an ve 15'ê Gulanê roja weşana Kovara Hawarê ku ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve di 1932'yan de hat weşandin, wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Roja Cejna Ziman ya ku her sal bi çalakiyên cur bi cur dihat pîroz kirin, îsal ji ber şewba coronayê bi awayekî onlîne li ser plaatformên medyaya civakiyî tê pîrozkirin.    Hîndekarê Zimanê Kurdî yê Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê Vakkas Çolak, der barê rewşa ziman a li Japonyayê û xebatên xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.    Çolak, diyar kir ku berê jî li ser zimanê kurdî xebatên wî hebûne û got: “Wekî kurdekî ku li dîasporayê dijîm peywîra me ye ku em ziman û çanda xwe ji xelkê biyanî re bidin nasîn. Destpêkê ez fêrî zimanê japonî bûm. Pişt re min got, li zanîngehekê dersên zimanê kurdî bidim. Dî diroka Japonyayê de cara yekem e ku li zanîngehekê dersên kurdî tên dayîn. Zanîngeha Tokyoyê zanîngeheke taybet e ku li ser lêkolînên siyasî û zimanan ders û beşên wê hene. Li zanîngehê 72 ziman tên fêrkirin. Ji wan yek jî zimanê kurdî ye. Zimanên ewropî û asyayî hemû hene. Ev du sal e bi zimanê kurdî ders tên dayîn. Open Akademî jî ji bo gelê Japonyayê vekiriye. Li wê derê jî em hefteyê 4 saetan dersên kurdî didin.”   ‘XELKÊ BIYANÎ BILA ÇAND Û ZIMANÊ ME JI ME FÊR BIBE’   Çolak, anî ziman ku wezîfeya her kurdê ku li derve dijîn hînkirina zimanê xwe ye. Her wiha Çolak destnîşan kir ku divê kurd di warê akademiyî de jî hewl bidin ku kurdî pêş ve bibin.   Çolak, got: "Pêwîst nake yekî japon, alman an emerîkî dîrok, çand û zimanê kurda ji zimanekî din fêr bibe. Weke tirkî, farisî, erebî. Ji ber ku tiştên bi wan zimanan hatî nivîsandin gelek li dijî kurdan e. Rasteqîniya kurdan ji kurdan fêr bibin baştir e. Ji ber wê me got, em ê li Japonyayê dersên zimanê kurdî bidin.”   LI JAPONYAYÊ PROJEYÊN KURDÎ   Çolak, anî ziman ku heta vê gavê li ser pirsgirêk, dîrok, wêjeya kurdî zêde xebat çênebûne û got: “Pisporên ku li ser kurda bisekinin, dersên çand û zimanê kurdî bidin gelek kêm in. Yekem xebata me ya ferhengî, xebata japonî-kurdî-îngîlîzî ye. Min, xwendekarekî xwe û Mamoste Ebdurrehman Gulbeyaz yekem rêzimana kurdî ya japonî nivîsand. Niha li zanîngehê bi wan pirtûkan dersê didin. Aliyê din jî li ser dîrok, rewşa siyasî, pirsgirêka kurdan ya li Rojhilata Navîn nêzîkî 20 pirtûk hene. Di wêjeya japonî de 3 roman li ser kurdan hatine nivîsîn. Hinek xêzefîlm, xêze roman jî kurdan nivîsandine. Di aliyê sînemayê de jî hinek xebat hatine kirin. Di pêşerojê de projeya du fîlm û belgefîlmên li ser kurdan hene. Gelek xwendekar jî hêdî hêdî fêrî zimanê kurdî dibin. Pêşerojê wê ev xebat berfirehtir bibin û berdewam bikin.”   ‘ÊRÎŞA TIRKIYÊ HEQBÛNA GELÊ KURD NÎŞAN DIDE’   Çolak, bal kişand ser mudaxileya hikûmeta Tirkiyeyê ya dayîna dersên kurdî li Japonyayê û got: “Hikûmeta Tirkiyeyê li ku derê cîhanê xebatên dersên çand, ziman û wêjeya kurdî bên kirin dijiyatiya wan dikin. Ew helwesta Tirkiyeyê nîşandayî ku nehêlê dersên kurdî bên dayîn nîşanî Japonyayê dide ku kurd di çi halî de ne û li ser heq û xebatên xwe de çi qas rast in. Ev rastiya kurdan nîşanî wan dide. Tirkiye ji cîhanê re dibê ‘çu pirsgirêk li dijî zimanê kurdî nîne kurd dikarin fêrî zimanê xwe bibin û derve jî van xebatan dikin. Bi vî şiklî xerabiya xwe nîşan didin. Gereke kurdên li her derê xebatên li ser çand, ziman û wêjeyê berdewam bikin. Ev têkoşînek û xebateke girîng e li dijî wan dewletan jî.”   Çolak, dest nîşan kir ku pişaftin karekî li dijî mirovahiyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên ku li dijî çand, ziman û wêjeya kurdî dixebitin bila bizanibin ku gelekî 50 milyon û bi hezaran salan li wê erdnîgariyê jiyana xwe berdewam dike heta niha ne pişaftî ye. Ji vir û şunde jî nikarin wî karê xwe ser bixin. Mînak, dewleta Tirkiyê ev sedsal e nikare çand, huner û zimanê kurda ji holê rake. Daxwaza me kurda gereke ne ji hikumetekê an ji saziyekê be gereke em bi xwe bi xwe xwedî li çand, ziman û hunera xwe derkevin. Heke em zimanê xwe fêr bibin û fêr bikin polîtîkayên li dijî kurdan ser nakevin. Mînak kurdên li Fransa û Swêdê ziman û wêjeya kurdî pêş xistin. Ew karê ku li sirgunê hat kirin niha bû jiyan û berdewamiya zimanê kurdî. Niha li welat jî û li derve jî xebat berdewam dikin.”   XWENDEKARÊN JAPON BI KURDÎ DISTRIN Û DIXWÎNIN   Çolak, bibîr xist ku piştî şerê kurdan li Rojava meşandî weke cîhanê li Japonyayê jî kurd hatin nasîn û got: “Piştî şerê Rojava nêzîkatiyeke baş li hember kurda çêbû. Ji ber wê yekê dema me par dest bi dersan kir pola herî qelebalix ya zimanê kurdî bû. Sala yekem nêzî 60 xwendekaran dersa kurdî dît. Îsal ji ber şewba coronayê hejmar hinek kêm bû. Heta niha gelek xwendekarên min fêrî ziman bûn. Kurdî dixwînin, distirin, govendê dikişînin û hinek jî dinivîsin. Wergera ji wêjeya kurdî dikin ji bo ya japonî, ji wêjeya japonî jî wergerê ji bo kurdî dikin. Kurda ji kurda dinasin û rast dinasin. Ev tiştekî girîng e. Ev kar û xebatê me berdewam bibe dê bi sedan kes dê fêrî kurda bibin û bi kurdî nas bikin.”   ‘HÊVIYÊ JI ÇU DEWLET Û PERGALAN NEKIN’   Çolak, di dawiya axaftina xwe de Cejna Zimanê Kurdî li hemû kurdan pîroz kir û got: “Roja ziman li hemû kurdan û kesên ku ferî kurdî dibin pîroz dikim. Daxwaza min ew e ku her maleke kurd bibe fêrgeha zimanê kurdî jî. Pêwîste kurd bi hev re bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn. Xewnên xwe bi kurdî bibînin. Heke wisa nebe zimanê kurdî pêşve naçe û mezin nabe. Bila kurd hêviyê ji çu dewlet û pergalan nekin. Gereke em li komele û saziyên xwe, li mala xwe vî karî berdewam bikin.”   MA / Fahrettîn Kilinç - Ayşe Surme