Erdogan, mirovê teqawidbûyî daye ber îcrayê 2020-05-15 09:18:01   RIHA - Lutfu Hazer, hem bi îdiaya "heqaret li Serokomar Erdogan kiriye" hem jî ji ber ku Erdogan giliyê wî kiriye cezayê tazmînatê lê hat birîn. Hazer, ji ber ku nikaribû tazmînata lê hatiye birîn bide, îcra hatiye ser wî. Hazer, got: "Heger pêdiviya wî pê hebe ez ê tevî faîzê bidim. Lê ez kesekî teqawidbûyî me û 3 zarokan xwedî dikim."    Lutfu Hazer ê ku li navçeya navendî Eyyûbiye ya Rihayê dijî, di sala 2016'an de bi îdiaya ku "heqaret li serokomar kiriye" û "propgandaya rêxistinê kiriye" hatibû girtin. Hazer, piştî du mehên li Girtîgeha Osmaniyeyê di danişîna ewil de 2 sal û 4 meh ceza lê hatibû birîn û hatibû berdan.    Piştî vê Serokomar Tayyîp Erdogan der barê Hazer de doza tazmînatê vekir û di vê dozê de 3 hezar TL ceza li Hazer hat birîn. Lê belê ji ber ku nikaribû vî pereyî bide îcra hat ser wî.    Hazer ku niha rêvebirê HDP'a Navçeya Halîliyeyê ye, bibîr xist ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakiyî hatiye girtin. Hazer, anî ziman ku piştî ceza lê hatiye birîn vê carê jî Serokomar Erdogan doza tazmînatê lê kiriye û Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Stenbolê 3 hezar TL ceza lê biriye. Hazer, diyar kir ku tevî lêçûnên dadgehê bi giştî 3 hezar û 600 lîre ceza lê hatiye birîn û got: "Ji ber vê ketim ber îcrayê û niha nikarim ji tu bankeyê jî krediyê bikişînim."    ‘HATIM MEXDÛRKIRIN'    Hazer, anî ziman ku xwestiye televîzyonekê bikire lê belê xebatkarê mexazeyê jê re gotiye: "Ji ber ku ketiyî ber îcrayê em nikarin bidin. Hem jî ji hêla serokomar ve." Hazer, got: "Êdî bisabiqe me. Saziyên ku ez diçimê bi çavê kesê nexweşokî li min mêze dikin. Bi rastî jî heger pêdiviya serokomar pê hebe, ez ê tevî faîza wî bidim. Lê ez kesekî teqawidbûyî me û 3 zarokan xwedî dikim. Xaniyê min ê kirê ye. Pêdiviya wî pê hebe ez ê bidimê. Heger tunebe bila vê îcrayê rake. Serokomar ez mexdûr kirime."