OHD: Ji bo ziman bibe zimanê perwerdehiyê hewceye serlêdanên navnetewî bên kirin 2020-05-15 09:18:37 AMED - OHD’ê di daxuyaniya ku bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî de weşand diyar kir ku bişaftina li ser ziman û çanda kurdî hewceye bigirin rojeva xwe û got: “Ji bo zimanê kurdî li Kurdistanê bê naskirin û bibe zimanê perwerdehîyê, hewceye bi xebatekî hevpar û tevgerekî xurt serlêdanên navxweyî û navneteweyî bên kirin.” Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) bi boneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand. OHD’ê cejan gelê kurd, xemxwar û dildarên zimanê kurdî pîroz kir û wiha got: “Em îsal ji ber vîrusa koronayê cejna zimanê kurdî di malên xwe de ango di sitargeha zimanê kurdî de pêşwazî dikin. Dil dixwest ku me pêşwazîya vê rojê bi şahî û dîlanan pîrozkirina, lê mixabin ev rewşa xetere ku em têdene, rojên wisa de kûrahîya birîne me zêdetir berbiçav dike û di cejna zimanê me de jî me xemgîn dike.”   ‘VIRÛSA PIŞAFTINÊ JI YA CORONAYÊ BI TAHLUKETIR E’   OHD’ê bal kişand ser şewba vîrusa coronayê û wiha got: “Her çi qas ev vîrusa coronayê ji bo mirovahîyê talûkekî mezinbe jî, ji vîrusa ku navê wî “pişaftine “ û bi polîtîkayên qirêj li ser gele kurd tê meşandin bi tahlûketir nîne. Ev vîrusa bişaftinê sed sale tunekirina çand û zimanê kurdî ji xwe re kiriye armanç û gelê kurd ber bi tunebûnê ve rû bi rû hiştiye. Her wiha dewleta tirk ev virûsa bişaftinê bi awayekî sîstematîk bi kar anîye û asta ku em gihîştinê zimanê kurdî di bin xetereyek pir mezin de ye. Ji ber ku di sedasala 21’emîn de hêji kurd xwedîyê tu statuyek nînin û mafên kurda ê zimanî di nav Komara Tirkiyê de nehatîye naskirin, mixabin bandora bişaftinê zêdetir xwe nîşanî me dide. Ji avakirina komara tirkiyê hete roja îroyîn, bi politikayên yekperest û tunekirinê kurd hatine bişaftin û mafê zimmanî ji deste wan hatîye stendin. Her wiha netewa tirk netewsaziya xwe jî ser vê esasê, li ser tunekirina reng û dengê ne ji xwe ava kirîye û ji bilî netewa tirk hebûna tu netewî qebûl nekiriye.”   PEŞIYA PERWERDEHIYA ZIMAN HATIYE GIRTIN   OHD’ê da zanîn ku Komara Tirkiyê pêşiya perwerdehiya zimanê kurdî û zimanên din girti ye û ev tişt gotin: “Komara Tirkiyê bi polîtîkaya xwe ya yekperest di mewzûata navneteweyî de jî meşandîye û peymanên navneteweyî de qeyda îhtîrazî danîye ser xalên ku mafê perwerdekirina zimanê zikmakî diparêze. Ji ber vê yeke hewceye gelê kurd çawa tevdîrên xwe li hember vîrusa coronayê digire, hewceye tevdîrê xwe yên li hember vîrusa bişaftinê jî sed qatî zêdetir bigire û ziman û çanda xwe biparêze. Îro çawa li hember vîrusa coronayê em xwe diparêzên, hewceye em xwe li hember vê vîrusa bişaftinê jî xurttir biparêzên.”   ‘LI KÊLEKA GEL DI NAV TÊKOŞÎNÊ DE CIH BIGIRIN’   OHD’ê destnîşan kir ku ji bo parastina ziman barekî mezin jî dikeve ser milên hiqûqnasên kurd û azadîxwaz û wiha lê zêde kir: “Hewceye em deng bidin hawara vî gelî û warên hiqûqî û civakî de xwe berpirsîyar bibînin û karibin bibin bersiv ji bo vê hewarê. Her çiqas dewleta tirk alîgir nebe jî hewceye em xwe bispêrin peymanên navneteweyî û wek hiqûqnasên kurd û azadîxwaz li kêleka vî gelî di nav vê têkoşînê de cih bigirin.”   ‘HEWCEDARÎ BI TÊKOŞÎNEKE BI RÊXISTIN HEYE’   OHD’ê bang li sazîyên maf û hîqûqê kir û daxuyanî wiha bi dawî kir: “Hewceye em bişaftina li ser ziman û çanda kurdî bigirin rojeva xwe û em li dijî van polîtîkayên yekperest bi rê û rêbazên demokratik xebat bikin. Her wiha ji bo zimanê kurdî li Kurdistanê bê naskirin û bibe zimanê perwerdehîyê, hewceye bi xebatekî hevpar û tevgerekî xurt serlêdanên navxweyî û navneteweyî bên kirin. Ji bo vê yeke jî hewcedarîya me têkoşînek bi rêxistin û rêkûpêk heye. Em wek Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê hêvîdar in ev banga me bigihîje cihê xwe û di nav hiqûqnasên kurd û azadîxwaz de ji bo ziman û çanda kurdî têkoşînek bi rêxistin ava bibe.”