Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî 2020-05-15 09:29:47 STENBOL - Di bin banê Komeleya Lêkolînên Kurdî de kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî tê destpêkirin. Wê kampanya îro bê destpêkirin.  Gelek saziyên rêxistina sivîl û weşanxane, li dijî polîtîkayên pişaftinê yên li ser kurdî hatin cem hev û biryar girtin ku kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvexistina kurdî bidin destpêkirin. Wê di çarçoveya kampnayayê de di bin banê Komeleya Lêkolînên Kurdî de atolye bên vekirin. Wê atolye 4 hefteyan bidomin. Wê kampanya bi boneya Cejna Zimanê Kurdî îro bê destpêkirin.    Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Leman Elmas, der barê kampanyayê de agahî parvekirin.    Elmas, diyar kir ku piştî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di sala 2017'an de bi KHK'ê hatiye girtin, di Adara 2017'an de wan komeleya xwe vekiriye û got, ji bo pêşî li ber qirkirina çand û ziman bigirin bi kursên ziman ên bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî atolyeyan li dar dixin.    Elmas, anî ziman ku her sal van çaxan kursan didin destpêkirin û kursên wan sê serdeman didomin. Elmas, da zanîn ku her sal zêdetirî hezar kes serî li van kursan didin ûg ot, îsal jî ji ber şewba vîrûsa coronayê dersên xwe bi awayekî onlîne didin.    Elmas, diyar kir ku xwendekarên wan ên îngilizî, ereb, tirk, fransewî û alman jî hene û got, kesên biyanî ji bo xebatên akademîk tev li kursan dibin û yên kurd û jî piranî dixwazin zimanê xwe hîn bibin û xwe pêş ve bixin.    Elmas, anî ziman ku bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, wan û gelek rêxistinên civaka sivîl û weşanxane ji bo xwnedin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî dê kampanyayekê bidin destpêkirin.    Elmas, da zanîn ku wê kampanya îro (15'ê Gulanê) bê destpêkirin û got, piştî cejna Remezanê wê ders dest pê bikin û wê ev ders 4 hefteyan bidomin. Elmas, bang li her kesî kir ku tev li dersên onlîne bibin û got, kesên dixwazin tev li van atolyeyan bibin wê karibin kurdî hîn bibin, pêş ve bibin û der barê wêje û dîroka kurdî de hin tiştan hîn bibin.