Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin 2020-05-15 09:30:18 BEDLÎS - Di çarçoveya Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira ya HDP’ê de li Bedlîsê 356 malbata hev dîtin. Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê, di pêvajoya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de, bi armanca derbaskirina pirsgirêkên aboriyê yên malbatên mexdûr, dest bi Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira kir. Ev kompanya li hemû bajaran dewam dike. Yek ji bajarên kampanya lê dewam dike Bedlîse. Rêxistina HDP’ê ya Bedlîsê ligel hemû astengiyan jî, 356 malbat di çarçoveya kampanyayê de anîn gel hev.   Hevseroka HDP’ê ya Bedlîsê Rûmet Dûrsûn, derbarê kampanyayê de agahî da û wiha axivî: “Li bajêr em 590 malbatên pêdiviyên wan heyîn tespît kirin. Ji bo ku em xwe bigihînin malbatên pêdiviyên wan heyî, me dest bi xebatê kir û ev xebata me haya îro jî dewam dike. Wesayîtên ku pakêtên alîkariyê tê de bûn û me xwest em bigihînin malbatan, li Bedlîs û Tatwanê hatin rawestandin û bi hincetên cuda ceza li wan birîn. Desthilatdariya AKP’ê, ji têkiliya di navbera gel û HDP’ê de ditirse. Ji ber vê êrîş dike û dixwaze kampayaya me asteng bike. Lê ew çi bikin bila bikin, emê xebatên xwe dewam bikin. Em her tim bi gelê xwe re bin.”   BI RÛHÊ YEKITIYA NETEWEYÎ   Dûrsûn, da zanîn ku kurd wê bi rûhê yekitina neteweyî vê pêvajoyê derbas bikin û wiha got: “Îro dem dema piştevanî û yekitiyê ye. Divê em di vê pêvajoyê de yekitiya xwe ava bikin û bi hevre vê pêvajoyê derbas bikin. Kurt tune tên hesibandin. Cudakar tên dîtin. Ji ber vê ji bilî yekitiyê tu careyek me tuneye.”   Dûrsûn di dawiya axaftina xwe de banga tevlîbûna kampanyayê kir û xwest gelê Bedlîsê nanê xwe bi hevre parve bikin.