Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike 2020-05-15 10:16:55   WAN - Serokê Odeya Tabîban a Wanê Ozgur Deniz Deger, têkildarî rewşa vîrûsa corona diyar kir ku ji niha de hewldanên “asayîbûnê" pir zû ye û wiha got: "Heta derman û derzî neyên dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike.    Vîrûsa Corona ku li tevahiya cîhanê belav bûye, heta niha bû sebeba mirina sedhezaran mirov. Li Tirkiyeyê kesên bi vîrûsa corona mirin 4 hezar derbas kir. Hêj derman nehatiye dîtin û vîrûs nehatiye qontrolkirin, lê rayedar amadekariya asayibûnê dikin. Serokê Odeya Tabîban a Wanê Ozgur Deniz Deger, têkildarî rewşa vîrûsa corona diyar kir ku ji niha de hewldanên “asayîbûnê" pir zû ye û wiha got: "Heta derman û derzî neyên dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike. "    Deger, bal kişand ser zêdebûna nexweşiya şewba vîrûsa corona ya 10 rojên dawî ku li Wanê zêde bûye û wiha got: "Dema em li vê zêde bûnê dinerin derbasî rewşa asayîbûnê pir zû ye. Hêj şewb nexistine kontrolê. Hêj mirov bi şewbê dikevin. Kengî derzî û derman hatin dîtin û şewb hat kontrolkirin wê demê mirov dikare qala 'Asayîbûnê' bike'. Di vê rewşê de pêvajoya  'asayîbûnê' dest pê bike dê rîskek gelek mezin bi xwe re bîne.    Mînak li Wanê mala Sersaxiyê hat vekirin, Ji ber vê mala sersaxiyê hêjmara nexweşên bi şewbê ketin zêde bû. Em nikarin bêjin ev şewb hatiye kontrolkirin. Biryara vekirina AVM û kuaforan şaş e. Em ê 14 roj şûnde bibînin ku ev biryar çiqas şaş e. Hefteyek şûnde dê dîsa hêjmara nexweşan zêde bibe."