Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e 2020-05-15 13:06:23   ENQERE - Tayinkirina qeyûman ên şaredariyên HDP û binçavkirina hevşaredaran li ser medya civakî rastî nerazîbûn û bertekên zêde hatin. Di parvekirinên hatin kirin de, tayînkirina qeyûm weke xespa vîna gel hat nirxandin û hat gotin: “Qeyûm darbeye.”   Tayinkirina qeyûman ên şaredariyên Îdir, Sêrt, navçeyên Misirc, Hawêlê û Altinovayê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û binçavkirin hevşaredaran li ser medya civakî rastî nerazîbûn û bertekên mezin hatin.   HAKVERDÎ: QEYÛM DARBEYE   Parlamenterê CHP’ê yê Enqerê Alî Haydar Hakverdî, li ser hesabê xwe yê Twîtter diyar kir ku qeyûm darbeye û got: “Qeyûm darbeya li dijî vîn û demokrasiya sindoqê ye.”   ATAY: DARBEYA SIYASÎ YE   Navenda Giştî ya Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) jî, di daxuyaniya da de wiha got: “Desthilatdariyê îro qeyûm tayînê 4 şaredariyên HDP’ê kirin. Asayîbûna Qesrê ev e. Bi vê dixwaze zextan bike, vîna gel xesp bike û mirovan binçav bike. Em hemû kiryarên li dijî demokrasi û wekheviyê red dikin. Em li gel hevşaredar û vîna welatiyên xwe ne.”   Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Bariş Atay jî, ev peyam parve kir: “2 tiştên girîng ên AKP’ê di rojên koronayê de dest ji bernedane hene. Yek jê karkeran weke kole dibe û keda wan dixwe, ya duyan jî vîna gel tune dihesibîne û li dijî şaredariyên HDP’ê darbeyên siyasî pêk tîne.”   UNSAL: REJÎMA KU RÊZÊ NADE VÎNA MÎLLÎ   Ji damezrînerên Partiya DEVa Ahmet Farûk Unsal jî, bertek nîşanî qeyûman da û wiha got: “Qeyûm tayînî şaredariyên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêlê û Altinovayê kirin. Ev rejim rêzê nade vîna gel. Ev rejîmek keyfî û ne diyare.”   KAFTANCIOGLU: HIŞMENDIYA DARBEKARE   Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû jî bi van gotinan bertek da nîşandan: “Hişmendiya derbekar a ku vîna gel ipotek dike, di nivî şevê de jî operasyonên xwe dewam dike. Bi leşkerên tayînkirî re, mafê gel û hilbijêran xesp dike.”   SAKIK: TIFAQA QEYÛM   Siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik jî, bi vê parvekirinê berteka xwe nîşan da: “Qeyûm tayînê 4 şaredariyên HDP’ê yên din jî kirin! Tifaqa qeyûm a sala 2019’an de, îro li ser HDP’ê dewam dike.”   ÇEPNÎ: HÛNÊ NEKARIN VÎNA GEL TESLÎM BIKIN   Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî jî li ser hesabê xwe yê medya civakî ev parvekirin kir: “Dibe ku hûn karibin bi tank, top û leşkerên xwe yên bi pere avahiyan dagir bikin. Lê hûnê tu carî nekarin vîna gel teslîm bigirin. Emê bi vîna gel, rejîma qeyûm hilweşîn in.”