Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû 2020-05-15 14:24:01   AMED - Qeyûmê tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin, weke karê dest pê kê ewil Merşa Îstîklalê di hoperlorên şaredariyê de lêxist.     Wezareta Karê Hûndir, di saetên serê sibê de qeyûm tayînî 5 şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin. Yek ji bajarên qeyûm tayînî wê hat kirin Şaredariya Sêrtê bû. Hevşaredarên Sêrtê Bêrîvan Helen Işik û Peymandara Tûrhan, ji peywirê hatin girtin û hatin binçavkirin. Qeyûmê tayînê Şaredariya Sêrtê hat kirin, weke karê dest pê kê ewil Merşa Îstîklalê di hoperlorên şaredariyê de lêxist. Ev bûyera ku di saetên serê sibê de jiyîn, hin welatiyan girtin kamerayê û di hesabên xwe yên medya civakî de parve kirin.