Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2020-05-15 16:23:27   STENBOL - Malbat û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo biçin hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.     Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din û parêzeran ji bo biçim Îmralî serlêdan kirin. Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo di navbera dîroka 20-22’yê Gulanê de biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Newroz Ûysal jî ji bo di navbera dîroka 20-22’yê Gulanê de biçin muwekîlê xwe bibînin serlêdana Serdozgeriyê kirin. Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û Xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ên din ên li girtîgeha Îmralî bi rêya parêzeran serlêdan kirin.   Malbatan ragihandin ku dixwazin bi rêya telefonê bi xizmên xwe re baxivin.     Ji Girtiyên Îmraliyê Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş, di 15'ê Adara 2015'an heta niha, tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê tebaxa 2019 û 2'ê Adara 2020'an bi malbaten xwe re hevdîtin kirin. Hamîlî Yildirim jî ji roja birine Îmraliyê 15'ê tîrmeha 2015'an heta niha tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an de bi malbatê re hevdîtin kiriye.      OCALAN PIŞTÎ 21 SALAN BI TELEFONÊ BI MALBATÊ RE AXIVÎ   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ne, di 27'ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi malbatên xwe re hevdîtin kirine. Ocalan piştî 21 salan Ocalan yekem car bi rêya telefonê bi malbatê re axivî. Ocalan banga yekitiya Kurdan kiribû.