Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin 2020-05-16 09:00:55   STENBOL - Rojnamevan M. Ender Ondeş, ji bo doza "MÎT"ê ku der barê rojnamevanan de hatiye vekirin destnîşan kir ku, ev doz ji bo bêdengkirina rojnamevana ye û got, gotina "raza dewletê" ji bo ser polîtîkayên şaş bên girtin tê bikaranîn.    Îdianameya der barê 6 jê girtî 8 rojnamevanên ku ji ber nûçeyên xwe yên der barê merasîma cenazeyên MÎT'ê yên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dabûn ketibûn ber lêpirsînê de çend roj berê ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 34'an a Stenbolê hatibû qebûlkirin. Di îdianameya hatiye amadekirin de tê xwestin ji 8 salan heya 17 salan bê cezakirin. Wê danişîna ewil a dozê di 24'ê Hezîranê de bê lidarxistin.    Ji rojnamevanên der barê wan de îdianame hat amadekirin Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser, Midûrê Nûçeyan ê Odatv'yê Bariş Terkoglû, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Odatv'yê Bariş pehlîvan û nûçegihana Odatv'yê Hulya Kilinç û nivîskarê Yenîçagê Mûrat Agirel girtîne û di Girtîgeha Sîlîvriyeyê de ne.    Nivîskarê Rojnameya Yenî Yaşamê Mûharrem Ender Ondeş, îdianameya der barê rojnamevanan de nirxand.   Ondeş, diyar kir ku îdianameya hatiye amadekirin tu eleqeya wê bi hiqûqê re tuneye û got, ji bo rojnamevanên ku polîtîkayên îqtidarê rexne dikin bên bêdengkirin hatiye amadekirin. Ondeş, got: "Dixwaze tu kes nûçeyan çêneke û wî nerihet neke. Lê ji bo Yenî Yaşamê gotin di cî de be, ava avê hatiye derxistin. Di vir de meseleya sereke ew e ku dozeke torbeyî afirandine ku di pêş de kes der barê polîtîkayên îqtidarê yên zirarê didin gel de tu nûçeyan çêneke. Ev kesên di îdianameyê de tên sûcdarkirin, tê xwestin têkiliya wan bi cemaeta Fethûllah Gulen re bê danîn. Lê tu eleqeya wan bi cemaetan re çênebûye. Berevajî tim û tim li dijî wan têkoşiyane."    LI HOLÊ TU SÛC TUNEYE    Ondeş, anî ziman ku li holê sûcek jî tuneye û got: "Tê gotin, dibe ku mirov bi qanûnê nizanibe. Ev gotin li dewletên hiqûqê derbasdar e. Li vî welatî di bin navê qanûna tobeyî de di şevekê de bi sedan qanûn ber destê sibê tên derxistin. Yanî ne rojnamevan ne jî welatî temamiya qanûnên vê pergala tevlihev û kêfî nizanin û ne mecbûr in bizanibin jî."    Ondeş, got: "Li holê sûcek tuneye, lê di vê dozê de wisa xuyaye dixwazin kesên ne ji heman fikrê di nav  torbeyekî de bînin cem hev û wan bidarizînin. Bi vî awayî ji ji teroiyên komployî re malzemeyan çêdikin."    DIBÊJIN 'RAZA DEWLETÊ YE' Û SER WÊ DIGIRIN    Ondeş, destnîşan kir ku li li welatên wekî Tirkiyeyê têgeha "raza dewletê" ji bo sergirtina polîtîkayên şaş ên îqtidarê tê bikaranîn. Ondeş, got: "Di îdianameyê de behsa lêpirsîneke ku 5 sal berê der barê Hakan Fîdan de hatibû destpêkirin tê kirin. Çi eleqeya vê bûyerê bi wê bûyera 5 sal berê re heye? Dixwazin bi vî awayî komployeke mezin çêbikin. Bi ya min nîqaşa sereke ew e ku mafekî welatiyan ê nîqaşkirina polîtîkayên zirarê didin wan heye yan na? Mesela, bavekî kurê wî li Lîbyayê eskeriyê dike, mafê wî çi ye, tenê divê bi çi zanibe? Meseleya sereke ew e ku mafê welatiyan heye ku hay ji hûrguliyên welat hebin an na? Li gor îqtidara siyasî mafekî wan ê wiha tuneye. Bi ya min tişta divê bê nîqaşkirin ev e."    Ondeş, anî ziman ku îdianameya hatiye amadekirin di warê hiqûqî de îdianameyeke seqet e û got, berê jî îdianameyên bi vî rengî dîtine. Ondeş, diyar kir ku berê ji rojnameya Sabahê pê dihesiyan ku wê kî bê girtin û got, piştî nûçeyên Sabahê ew kes teqez dihatin girtin. Ondeş, bilêv kir ku tiştên niha diqewimin eynî wekî yên berê ne û got, dosyeyeke biryara "veşarî" li ser hebûna pêşî ji rojnameya Sabahê hîn dibûn.   Ondeş, destnîşan kir ku lêpirsîna hatiye kirin qet ne hiqûqî bûye û got, demildest divê rojnamevan bên berdan.    MA / Erdogan Alayûmat