Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe 2020-05-16 09:44:49   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê û Siyasetmedarê kurd Hiyar Ozsoy, diyar kir ku tevgera gelê kurd di 40 salên dawî de wateya mirinê guhertiye û got: “Mirin derxistiye ji derveyî tune bûnê. Hêza tundiya fîzîkî ya dewletê, wê ne kare hêza nirx û wateya gelê kurd a dide mirin û jiyanê têk bibe.”   Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy, derbarê êrîşên li dijî goristan û cenazeyan ên di demên dawiyê de li gelek bajarên herêmê pêk hatin de nirxandin kir. Ozsoy, diyar kir ku ev polîtîkayeke dewletê ya dîrokiye û wiha axivî: “Ev rewşek dîrokiye. Divê rewşa heyî di kongekturê de baş bê nirxandin. Dewlet kurdên ku kuştiye, dixwaze wan bike hebûnek biyolojik. Lê li gorî hebûnên din em jiyanê bi awayekê civakî bi rêxistin dikin. Mirin jî bi vê re. Di encamê de hemû kes wê bimire, lê em weke civak û mirov, mirina biyolojik weke civakbûnê pîroz û bi awete dikin. Dewlet dixwaze mirina civakî, tune bike. Lê di vir de ewê çiqas bi serkeftîne ne diyare.”   ‘DEWLET DIXWAZE KURDAN JI MIRIYÊN WAN QÛT BIKE’   Ozsoy, da zanîn ku li tevahiya cîhanê di hemû ol û baweriyên cuda de mirin piroze û wiha got: “Dema ku mirov di ber goristanan re derbas dibin, divê xwe bêdeng bikin û rêzê nîşan bidin. Ew qadek pîroze. Mirinên ku em behsê dikin, di encamê de mirinên polîtîkin. Mirinên polîtîk jî, di avakirina neteweya kurd de, xwedî cihek pir girîngin. Di têkoşîna avakirina neteweya kurd de, bi sedhezaran mirov jiyan xwe ji dest dan. Mêze bikin heya niha, stranên ji bo Alî Şêr û Şêx Saît tên gotin. Li ser wan kilam hene. Di demên herî nêz de 40-50 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ne tenê li bakur, li hemû beşên din, kurd ji bo neteweya xwe ava bikin canê xwe feda kirin. Ji ber ku dewlet vê yekê dibîne û diyete, dixwaze van mirinan ji îmaja siyasî derbixe. Yanî dixwaze kurdên dijî, ji miriyên wan qût bike. Hewl dide sînoran bixe navbera wan û van sînoran jî bi awayekê hişk kontrol bike.”   ‘KURD MIRIYÊN XWE DI MEJIYÊN XWE DE ZINDÎ DIHÊLIN’   Ozsoy, dest nîşan kir ku ev hewldana dewletê, hewldanek bêhûdeye û wiha bilêv kir: “Ez dixwazim tenê mînakekê bidim. Şex Saît di sala 1925 de li Deriyê Çiyê hat darvekirin û gora wî tuneye. Dibe ku di goreke komî de, li cihek nêz hatibe veşartin. Hema bêje 95 sal bi ser bûyerê re derbas bûye. Lê mirov wê rojê weke îro hatibe jiyîn tînin bira xwe û di mejiyên xwe de zindî hiştine. Ji ber vê dewlet tu carî bi ser nakeve. Cenaze hebin jî tune bin jî, kurd dîsan xwedî pîroziyên xwe derdikevin, wan tim bi bîr tînin, di fikir û ramanên xwe de zindî dihêlin.”   ‘TÊKOŞÎNA GELÊ KURD TIRSA MIRINÊ JI NAVA GEL DERXIST’   Ozsoy, bal kişan ser têkoşîna 40 salên dawî ya tê bi rêve birin û wiha domand: “Di 40 salên dawî de, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi deh hezaran ciwanên kurd hatin kuştin. Mirî her tim wate û nirxek mezin didin cîhana sembolik. Ger ji bo goran destûr neyê dayîn jî, di navbera kurd û miriyên wan de girêdanbûnek mezin heye. Li Kurdistanê dema ku mirov jiyana xwe ji dest didin, mirov wan bi duayên cuda defin dikin. Ev li gorî herêman tê gohertin. Elewî cudane, Sûnnî û Êzidî cudane. Lê hemû jî bi awayekê miriyên xwe defin dikin. Ji xwe heta ku wan defin nekin şînê nagirin. Ev pir girînge. Tevgera gelê kurd, carek din karî mirinê bi siyaset û jiyanê ve girê bide. Yanî mirin ji mirinek biyolojîk derxist. Têkoşîna gelê kurd, tirsa mirinê ji nava kurdan derxist û veguherand weke hewldanekê.”   ‘HIRSA CIVAKÊ MEZIN DIKIN’   Ozsoy, diyar kir ku bi êrîşkirina cenaze û goristanan ne pêkane ku dewlet vî şerî qezenc bike û wiha rêz kir: “Bi xeyalan re şer dikin. Ev rewşek pir bi êşe ji bo dewletê. Dewlet di nava tirs û fikarê deye. Sedema êrîşkirina wê jî eve. Her ku dewlet êrîş bike, yê pêşberî xwe mezintir dike. Çi dibe bila bibe kurd her tim ji bo miriyên xwe cihekê dibînin. Kurd di vî warî de, misqalî zerre jî gav paşve na avêjin. Ger gavê paş ve bavêjin wê tune bibin. Ji ber vê ne pêkane ku tiştek wiha bikin. Ev binpêkirinek mafê mirovan a wisan hêsan tuneye. Mafê tu kesî nîne ku wisan bike. Kes vê rewşê qebûl nake. Dewlet bi rûxandin goran, hirsekê civakî ya mezin derxistiye holê. Gelo wê ev hirs çawan xwe îfade bike? Hemû kes hewl didin li du miriyên xwe herin.”   HER TIM TÊ ROJEVÊ   Ozsoy, da zanîn ku rêxistibûn dikeve para hemû kesan û wiha pê de çû: “Divê em bên gel hev û em vê mijarê bikin kurevî. Ger em nekarin tiştekê jî bikin, divê em van pêkanînên hovane li tevahiya cîhanê teşhîr bikin. Niha di destê me de xebatek heye. Di demek nêz de emê êrîşîn li dijî gor û cenazeyan bi raya giştî ya navneteweyî re par ve bikin. Di rojên derbas bûyî de, em bi nûnerên welatiyên endamên Yekitiya Ewropayê re civiyan. Her tim tê rojevê. Wê rapora li Tirkiyeyê mirov çawan tên kuştin, çawan tên definkirin û rastî kijan muameleyan tên bên nivîsandin û nîqaş li ser vê bên kirin.”   ‘DIVÊ EM BERPIRSIYARTIYA XWE BI CIH BÎNIN’   Ozsoy, anî ziman ku evqas êş bi malbatan dayîna jiyîn tu feydeyê na de tu kesî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew malbat ji xwe diaxivin. Ji xwe xwedî zarokên xwe derdikevin. Divê dewlet dest ji van êrîşan berde. Lazimek ku ji derveyî êrîş, xirabkirin û kuştinê em rêyên çareseriyê esas bigirin. Hovîtiyeke ku miriyan cardin bikujin heye. Em bi rastiyek wiha re rû bi rû ne. Divê em li dijî van hemûyan berpirsiyartiya dikeve ser milê me bi cih bînin.”   MA / Denîz Nazlim