Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’ 2020-05-16 13:29:25   ENQERE – Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku bi hinceta vîrûsê tedawiya wî baş nayê kirin û bang kir ku demildest Kaya bê berdan.   Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya hefteya 2917’emîn li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist.   TENÊ ÇEVÎRMEN BEŞDAR BÛ   Ji ber vîrûsa koronayê tenê Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen tevlî civînê bû. Di civînê de li ser rewşa girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê girtiye hat rawestandin. Çevîrmen, di civînê de diyar kir ku Kaya ji sala 2010’an ve girtî ye û li girtîgehan hatiye gerandin. Çevîrmen, piştî vê agahî dayînê rewşa tenduristiyê ya Kaya bi hûrgilî vegot û bal kişand ser têkoşîna hiqûqî ya ku ji aliyê parêzêrên Kaya ve ji bo berdana Kaya hatiye dayin. Çevîrmen, da zanîn ku ji ber ku di dema xwe de mudaxaleyî Kaya nehatiye kirin rewşa wî ya tenduristiyê giran bûye ev tişt got: “Kaya niha şerê jiyanê dide û divê demildest bê berdan. Divê ji bo îhmalan lêkolîn bên kirin û hemû berpiryar bên tespîtkirin.”