DEDAŞ'ê dîsa ceyran qut kir û gelek gund bê av man 2020-05-16 14:20:52   MÊRDÎN - DEDAŞ'a Mêrdînê, bi hinceta deynên çotkar û rênçberan heye ceyran ji ser wan qut kiribû. Lê piştî pêvajoya vîrûsa corona navber dabû qutkirina ceyranê. Piştî pêvajoya asayibûnê tê niqaşkirin DEDAŞ'ê dîsa dest bi qutkirina ceyranê kir. Bi qutbûna ceyarnê av jî qut bû û gelek gund û tax  bê av û ceyran man.    DEDAŞ'a Mêrdînê, bi hinceta deynên çotkar û rênçberan heye li Navçeya Qoser û Dêrikê ceyran ji ser wan qut kiribû. Lê piştî pêvajoya vîrûsa corona (Covît-19) navber dabû qutkirina ceyranê. Piştî raedarên hikûmetê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê dîsa pêvajoya asayibûnê dest pê bikin, DEDAŞ'ê dîsa dest bi qutkirina ceyranê kir. Bi qutbûna ceyarnê av jî qut bû û gelek gund û tax  bê av û ceyran man. DEDAŞ'ê li navçeya Qoser û Dêrikê ceyran ji ser gelek gund û taxan qut kir. Gelek tax û gund 2 rojin ceyrana wan hatiye qutkirin. Şêniyê Gundê Selmê Hasan Taşkiran, anî ziman ku DEDAŞ ava her kesî qut dike û wiha got: "DEDAŞ guh nade qanûn û hiqûqê. Bi dehan gundên li bin rêya Îpekê ceyran û ava wan hatiye qutkirin. Di meha rojiyê de em bê ceyran û bê av in."