Li Wanê nexweşên Covît-19 zêde dibin 2020-05-16 16:11:53   WAN - Li Wanê 413 kes bi vîrûsa koronayê ketin û li 12 jiyangehan 11 hezar kes dibin karantînayê dene.   Li Wanê hejmara kesên bi şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ketin derket 413 kesan û li 12 jiyangehan 11 hezar kes dibin karantînayê dene. Gundê Siyavan a navçeya Rêya Armûşê, ji 5’ê Gulanê ve di karantînayê deye. Ji ber şîna ku li gund hatibû danîn 103 kes bi vîrûsê ketin. Ji ber şîna mijara gotinê ye, 5 hezar û 123 kes di karantînayê dene. Bi armanca bergiriyên li bajarên hatine girtin, bi giştî 45 kes li bajêr dibin çavderiyê de tên girtin. Li bajêr heya niha 6 hezar û 500 test hatine kirin.   CIHÊN DI KARANTÎNAYÊ DENE   Li tevahiya bajêr cihên di karantînayê de ne wihane: “Goma Poyrazalan û gundên Albayrak û Ormetaş ên navçeya Elbakê, goma Uzengî, gundên Gunbaşi û Umût ên navçeya Payîzava, gundê Egrîbelen a navçeya Qelqeliyê, gundên Aritoprak, Govelek, Karakoç û Ortanca yên Rêya Armûşê, 4 kolanên Ertûş ên taxa Bostanîçî, apartmanek li Taxa Cevdat Paşa, li Taxa Selîmbey apartmanek û kolanek di karantînayê dene.