TMMOB’ê bertek nîşanî HES’ên Geliyê Zîlan da 2020-05-16 16:50:35   WAN – Lîjneya Koordînasyona ya TMOOB’ê ya Bajar a Wanê, bertek nîşanî projeya HES’ê ya li Geliya Zîlan ku 15 hezar kurd lê hatine qetilkirin da û diyar kir ku ji bo ji holê rakirina mîrateya çandî ya kurdî û jêbirina bîra dîrokî dest bi talankirineke mezin hatiye kirin.   Lîjneya Koordînasyona ya Yekitiye Odeyên Avahîsaz û Endezyaran (TMOOB) a Bajar a Wanê, têkildarî ji nû ve çêkirina 4 Santralên Hîdroelektrîk (HES) ên li navçeya Erdîşê ya Wanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de qala xesara ku digihîje xewazaye hat kirin û hat diyarkirin ku wê li dijî vê tunekirina ku bi hestên karê tê kirin têkoşîn bê dayîn.   ÇEM DIKEVIN BIN KONTROLA KAPÎTALÎZMÊ   Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi çêkirina HES’an re qalîteya avê xera dibe, mafê bikaranîna avê dikeve destê şîrketan û xwegihandina mirov û zîndeweran a avê tê astegnkirin û ev nirxandin hat kirin: “Çemên ku bi awayekî xwezayî diherikin dikevin bin kontrola kapîtalîzmê. Heke hemû projeyên ku hatine plankirin bên çêkirin dê xesareke mezin bigihîje neslên zîndewerên li gelî.”   KOMKUJIYA DUYEMÎN TÊ KIRIN   Di dawiya daxuyaniyê de jî hat diyarkirin ku piştî Komkujiya Zîlanê bi çêkirina HES’an dê komkujia duyemîn pêk bê û ev tişt hat gotin: “HES’ên ku bê çêkirin dê xesar didin xwezayê û têkiliya di navbera xweza û mirovan de. Ji ber vê sedemê jî HES ji bo pêkanîna komkujiya mirov û xwezayê ye. Divê çêkirina HES’an bê terikandin. Em li dijî xerakirina ekolojiyê ne û em timik jî li dij bisekinin.”