Kûrtalan: AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê 2020-05-17 09:01:14   MÊRSÎN – Parlementera HDP'ê Fatma Kûrtalan, anî ziman ku îqtidara AKP'ê wekî 15'ê Tîrmehê pêvajoya pandemiyê jî veguherandiye firsendê û qeyûm tayinkirine û got: "Cîhan hemû ketiye etra ku dê çawa li dijî şewbê tevdîran bigirin, lê li Tirkiyeyê îqtidar jî ketiye etra ku dê çawa muxalefetê, parazvanên demokrasiyê, kurdan û HDP'ê çawa bitepisîne."    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Fatma Kûrtalan, polîtîkaya qeyûman nirxand.    Kûrtalan, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê wekî 15'ê Tîrmehê hemû bûyeran vediguherîne firsendê û got, niha jî pêvajoya pandemiyê ji xwe re kiriye firsend û qeyûman tayinî şaredariyan dike.   Kûrtalan, got: "Di destpêka pêvajoya pandemiyê de qeyûm tayinî 8 şaredariyan kirin, niha jî tayinî 5 şaredariyan. Yanî di pêvajoya pandemiyê de jî tayinkirina qeyûman didome. Cîhanhemû ketiye etra ku dê çawa li dijî şewbê tevdîran bigirin, lê li Tirkiyeyê îqtidar jî ketiye etra ku dê çawa muxalefetê, parazvanên demokrasiyê, kurdan û HDP'ê çawa bitepisîne."    'AKP DIJMINÊ KURDA YE'    Kûrtalan, anî ziman ku şaredariyên ku qeyûm tayinî wan hatine kirin, di pêvajoya pandemiyê de ji bo pêdiviyên gel û ji bo gel pir zirarê ji şewbê negire xebitîne, lê belê wisa xuyaye ku AKP ji ber vê nerihet bûye ku qeyûm tayin kiriye.    Kûrtalan, got: "Şaredariyên me malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye tespît kiribûn, lê îqtidara AKP'ê ji bo HDP nebe hêviya gelan û ji bo pêşî li ber yekîtiya gelan bigire qeyûman tayin kirin. Jê tirê wê HDP'ê paş ve gav bavêje, lê belê dîsa jî partiya me xurtir bûbû û di civakên Tirkiyeyê de bûye xwediyê rêzekê. Îqtidar jî ev rêza ji bo partiya me hedef digire."    Kûrtalan, bal kişand ser êrîşên li ser goristanan jî û got: "Em tim dibêjin herî zêde AKP ji ber peyva kurd nerihet dibe. AKP, niha hewl dide bêje 'ez ne dijminê kurda me, dijminê HDP'ê me.' Lê êrîşa li ser goristanan û tayinkirina qeyûman dijminatiya bi kurdan re ye."    ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ XURTIR BIKIN'    Kûrtalan, diyar kir ku AKP hem li herêmê hem jî li Tirkiyeyê lawaz bûye û ji bo li ser piya bisekine bi zext û zoriyan tev digere. Kûrtalan, got: "Têkoşîna me têkoşîneke xurt e. Em ê tim û tim têkoşîna xwe xurtir bikin û li dijî êrîşên AKP'ê bisekinin. Em ê bi vî hawî bersiva qeyûman bidin."