Çend dîmenên xizaniyê 2020-05-17 09:46:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Bandora şewbê ji bo welatiyên xizan qeyrana debarê zêdetir kir. Welatiyên ku ji ber tunebûnê neçar dimînin xwarinê ji erebeyên çopê kom bikin   Li Tirkiye qeyrana aborî her ku diçe kûr dibe. Welatî ji ber nikarin debara xwe bikin bi zor û zahmet xwarinê peyda dikin. Bi taybetî piştî vîrûsa corona pêş ket, qeyrana heyî bêtir kûr bû. Xizanî û betalî zêdetir bû. Vîrûsa corona herî zêde bandor li Stenbolê kir. Piştî vîrûs li Stenbolê belav bû, bandorek mezin li ser welatiyan kir. Welatiyên ku 2 mehin nikarin kar bikin êdî nikarin debara xwe jî bikin û neçarin xwarinê ji erebeyên çopê kom bike. Dîmen û wêneyê li Stenbolê hatiye kişandin asta betalî, xizanî û qeyrana aborî nîşan dide.