Vîrûs ji Stenbolê anî Wanê 2020-05-17 15:46:28   WAN - Gundê Xocik ê Navçeya Seraya Wanê ji ber bi 3 kesan re vîrûsa coronayê hat dîtin, xistin qerantînayê.    Gundê Xocîkê yê Navçeya Seravê ya Wanê piştî bi 3 kesan re şewba vîrûsa (Kovid-19) hat dîtin, xistin qerantinayê. Karkerekî ku li Stenbolê kar dikir, piştî hat gund vîrûs ji Stenbolê xwe re anî gund. Piştî di karker û 2 kesên din de vîrûs hat dîtin, gund xistin qerantînayê. Berê jî gelek kesên ku ji Stenbolê hatibûn Wanê bi wan re vîrûs hatibû dîtin.    CIH Û WARÊN DI QERANTÎNAYÊ DE    Li Elbakê tu gund û mezrikek, li Payizava, 2 gund û mezrikek, li Qelqeliyê gundek, li Armûşê 4 gund, 4 kolanên Bajaroka Sixkê, li Taxa Cevdet Paşa apartmanek, li Taxa Selimbey apartmankek û 2 kolan di qerantînayê de ne.