ROJEVA 18'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-18 09:00:05 * Di ser kuştina pêşengên Serhildana Curnê Reş Xelîl Çavgun re 43 sal derbas bûn. Şahidê serhildanê û hevalê Xelîl Çavkûn, Îhsan Yavuz, diyar kir ku piştî Çavgun li Curnê Reş hat kuştin, pêvajoyek nû dest pê kir û her tişt hat guhertin. Yavûz, anî ziman ku bi kuştina Çavkûn re Serhildanên Hîlvanê dest pê kir û bû dîrok.  * Rûmên Pontosê diyar kirin ku di 19'ê Gulana 1919’an de li dijî Rûmên Pontosê komkujî pêk hat û despêka "Darbeya mirinê" ye û wiha gotin: "Ev dîrok di heman demê de de li dijî Kurd, elewî û gelên din jî dîroka komkujiyê ye.    * Hevberdevka KÎD’ê û Parlamentera HDP’ê Huda Kaya tayînkirina qeyûman wek “têkçûna AKP’ê” şîrove kir û got: “Muxalefet di fetloneka dîrokî de ye. Ya hûnê bêjin îro roja piştgiriyê ye. Yan jî hûnê wek xwediyên Qesrê biçin sergoyê dîrokê.”    * Kampanya “Hevmalî” ya HDP’ê li Şirnex û Mêrdînê 2 hezar û 174 malbat anî ba hev û hevmalî kir. Li her du bajaran 4 hezar û 500 malbat li benda hevmalîbûnê ne.   * Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di bin rêveberiya qeyûm de 18 neguhêzbarên şaredariyê bi bedela 18 milyon derxistiye firotinê. Berdevkê Koma HDP’ê ya Meclîsa Şaredariyê Mehmet Alî Amak wiha bertek nîşan da: “Qeyûm şaredariyê xistiye bin deyn û adeta Mêrdînê derxistiye ber firotinê.”    *  Derbarê Endama Meclîsa HDP’ê Hatîce Buşra Kûyûn a hat revandin de bi boneya têkildarî mijarê axivîye lêpirsîn hat destpêkirin.    * Seroka VADSÎAD Berrîn Tatli Ûçar da zanîn ku ew desteka ji aliyê hikumetê ve ji bo pandemiyê tê dayîn kêm dibîne û dê piştî pandemiyê her tişt biha bibe û bêkarî zêde bibe.    * Hat gotin ku li pişt betalkirina peymana 500 kesên malên wan li Sûrê xera bûne û mal xwestine rant derket. Li gorî îdiayê li ser daxwaza DTSO’yê li Sûrê li şûna xaniyan dê kargeh werin çêkirin.    * Derket holê ku 261 cenazeyên ji Goristana Xerzanê li cihek biçûk ku ji peyarêyê hatiye veqetandin  li ser hev hatine veşartin. Rêxistinên civakî yên sivîl û malbatan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: “Ev yek hiqûqa dijminatiyê nîşan dide.”    * Karkerên çandiniyê yê demsalî diyar kirin ku hikumet tu tevdîran ji bo wan negirtiye û gotin “Hikumet dixwaze em feqîr bimirin.”    * Rêxistinên civakî û demokratîk dê Ferhat Kurtay, Eşref Anyık, Mahmut Zengin û Necmi Oner ku li Zindana Amedê çalakî li dar xistibûn û dawî li jiyana xwe anîbûn, li Qoserê li ser gora Ferhat Kurtay bibîr bînin. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê dê li dijî tayînkirina qeyûman li pêş avahiya HDP'ê ya Cizîrê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê li Sêrtê li dijî tayînkirina qayûman daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)