Derbarê endama Meclîsa HDP’ê Kûyûn de lêpirsîn hat destpêkirin 2020-05-18 09:11:19 WAN – Derbarê Endama Meclîsa HDP’ê Hatîce Buşra Kûyûn a hat revandin de bi boneya têkildarî mijarê axivîye lêpirsîn hat destpêkirin.    Li Wanê di 4’ê gulanê de Endama Meclîsa HDP’ê û Endama Desteya Rêveberiya Ciwanên HDP’ê Hatîce Buşra Kûyûn ji aliyê kesên ku xwe wek polîsan dan nasîn ve hatibû revandin û gef lê hatibûn xwarin. Kûyûn derbarê mijarê de daxuyanî dabû. Serozgeriya Komarê ya Wanê bi hênceta “Xelkê sewqî kîndarî û dijmanatiyê kiriye” derbarê Kûyûn de da destpêkirin. Kûyûn li gel parêzera xwe Ekîn Yeter çû îfade da.    ‘NE EZ DIVÊ EW WERIN DARIZANDIN’    Kûyûn têkildarî mijarê wiha got: “Di esasê xwe de divê lêpirsîn ne derbarê min de divê derbarê kesên min revandin de were destpêkirin. Ji bo min bûyerê deşîfre kir, derbarê min de lêpirsîn dane destpêkirin. Derbarê kesên min revandin de tu pêşketin tine ye. Lê em ê li dijî van neheqiyan têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî vê bêhiqûqê hemû riyên hiqûqî bixin dewrê.”   ‘GELEK KES BI XETERE NE KU GILÎ BIKIN’    Parêzera Kûyûn, Ekîn Yeter jî da zanîn ku gelek kes ji bo van bûyerên miwekîla wê Kûyûn serî li wan Baroya Wanê û OHD’ê didin û got: “Lê bi taybetî gelek ji ber neheqî û sepanên dê lêpirsîn û doz li wan were vekirin gilî nakin û daxuyanî nadin û bi endîşe ne. Lê miwekîla min Kûyûn li hember vê yekê bêdeng nema û wan kesan teşhîr kir. Niha jî bi lêpirsînê tolê jê distînin. Pêwîste lêpirsîn derbarê wan kesan de bi adilane were birêve birin û ew kes werin darizandin. Em ê vê bûyerê bişopînin.”