Rûmên Pontosê: 19'ê Gulanê ji bo me komkujî ye 2020-05-18 10:38:24   STENBOL - Rûmên Pontosê diyar kirin ku di 19'ê Gulana 1919’an de li dijî Rûmên Pontosê komkujî pêk hat û despêka "Darbeya mirinê" ye û wiha gotin: "Ev dîrok di heman demê de de li dijî Kurd, elewî û gelên din jî dîroka komkujiyê ye.    Li Tirkiyeyê ji aliyê rêveberiya îttîhat û Terakkî ve di sala 1915’an de zêdeyî 1,5 milyon Ermeni û 300 hezar Suryanî hatin kuştin û rastî sirgûnê hatin. Herî dawî li dijî Rûmên Pontosê komkujî pêk hat. Li gorî dîroknasê Yunanî Konstantinos Fotiatis, di navbera salên 1914-1921'an de li Amasya, Samsun, Giresunê 134 hezar û 78, li Niksarê 27 hezar û 216, li Trabzonê 38 hezar û 434, li Tokatê 64 hizer û 582, li Maçkayê 17 hezar û 479, li Şebinkarahisarê 21 hezar û 448 Rûm hatin kuştin. Li gel gel 50 hezar kesên di rêya de rastî êrîşan hatin kuştin bi giştî 353 hezar Pontosî hatin kuştin. Dîsa li gorî rûmên Fotiadis û Pontosê di nava komkujiyên ku ji 1914’an dest pê kir de herî zêde di 19'ê Gulana 1919'an de rûm hatin kuştin.    Rûmên Pontosê têkildarî salvegera 19'ê Gulanê ku wekî roja komkujiya Rûman qebûl dikin axivîn.    'LI DIBISTANAN RÛM WEKÎ MIROVÊN XERAB Û XAYÎN HATIN NASKIRIN'    Nivîskar Tamer Çîlîngîr ê ku diyar kir ku ji Maçka ya Trabzonê ye, bal kişand ser komkujiyê û wiha got: "Li dibistan û kolanan her dem rûm wekî "Mirovên xerab û Xayîn" hatin pênasekirin. Tirk jî kesên wekî "Herî bilind" hatin pênasekirin. Komkujiya Rûmên Pontosê ji komkujiya Suryanî û Ermeniyan ne serbixwe ye. Komkujiyên li Trakya û Asya Biçûk a li dijî Rûman dîsa ji komkujiyên din cuda nayê destgirtin. Komkujiya 19'ê Gulana 1919’an kêla dawî ya projeya komkujiyê ye. Heta vê dîrokê 150 hezar Rûmên Pontosê hatin kuştin. 19'ê Gulanê di bîrdoziya fermî de "Dîroka destpêka şerê rizgariyê ya li dijî emperyalizmê" ye. Li li holê ‘Têkoşînek neteweyî' jî tune ye. Bi nasnameya misilmantiyê wekî dewleta kapîtalîst hewldana ku li ser piyan bimîne ye. Dîroka sedsalên Komarê jî dîsa dîroka komkujî û zilmê ye. Di vê sedsalê de jî zilm û komkujiyan berdewam kir. Di vê sedsalê de elewî, laz, kurd rastî êrîşên komkujiyê hatin."   Çîlîngîr, anî ziman ku ji ber text, tundî û qedexeyên dewletê Pontosiyan nasnameya xwe veşartin û xwe aşkere nekirin û wiha got: “Ji ber zextan ketin hewldana ku xwe îspat bikin ku Musulman û Tirk in. Di vê sedsalê de nîşan dide ku di nava tirsek çawa re derbas bûne. Lê tirsa rast, dewlet û kesên statukoparêz ji xwe ditirsin. Xebatên wekî Konferans, belgesefîlm, xebatên pirtûkan û wergera zimanên din hişyariyekê bi xwe re tîne. Lê ev ne bes e. Ji bo xebat bêtir bi bandor be divê li ser erdnîgariya Pontosê xebat bê kirin. Divê civaka Tirk li ser erdnîgariya Pontosê bi wîcdanê xwe re bê rûqalî hev. Ger ku Kurd jî dengê xwe bilind bikin dê pêvajoyê bi lez bike.    NASNAMEYA RÛMAN WEKÎ 'KIFRÊ' DIHAT NASANDIN   Aktîvîstê Aştiyê yê Bafraya Samsûnê Yannis Vasîlîs Yaylali jî anî ziman ku wekî mezinên xwe li Pontosê ji dayik bûye û wiha got: "Em heft gobek Rûmên Pontosê ne. Malbata min hem ji tirsan û hem jî ji ber nasnameya Rûman wekî "Kifrê" dihat dîtin demek dirêj nasnameya xwe veşartin. Wekî ku bavê min di Şerê Rizgariya Tirkiyeyê de hatiye kuştin û cenazeyê wî neşandine dizanin. Yên xwe nas nedikirin û ne di ferqa meseleyê de bûn, rûm jî di navde bi çavê nifrînê li Rûman dinerîn. Di sala 1994’an de dema min eskerî dikir, ez ketim deste PKK’ê û ez fêr bûm. Bi vî şiklî min rastîya gelê Kurd jî nas kir. Piştî ez bi xwe re ketim nava hesab min gelê xwe û nirxên xwe bêtir nas kir. Gelê Kurd û zarokên wan ên Leheng, şensek din dan min. Dema ez bi rastiya Gelê Rûmên Pontosê re rû bi rû mam, min dît ku di bingeha pergala înkar, komkujiyê de xwîna gelan canên bê goristan hene."     DARBEYA KUŞTINÊ DI 19'Ê GULANÊ DE BÛ   Yaşlali anî ziman ku erîşên komujiyê yên li dijî gel û baweriyên ne misilman bi sê pêngavan pêk hatiye û wiha lê zêde kir: "Pêngava yekemîn di serdema Osmanî de dest pê kir. Pêngava duyemîn di serdema II. Abdulhamit û îttihat Terakkî de dest pê kir. Darbeya kuştinê jî di serdema Mustafa Kemal û hevalên wî ku di 19'ê Gulana 1919'an de çûn Samsûnê dest pê kir. Mustafa Kemal û hevalên xwe ji bo komkujiya Rûmên Pontosê ku nêvî maye temam bike hemû derfetên xwe seferber kirin. Ji ber vê yekê 19'ê Gulana 1919'an komkujiya herî mezin e.      Yaylali, anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd lez ta xebatên wan û wiha berdewam kir: "Li herêma Derya Reş piştî Hemşin, Laz û Gurcu rabûn ser piyan Rûmên Pontosê jî rabûn ser piyan. Di sala 2016'an de li Enqereyê konferansa komkujiyê hat li darxistin. 100 sal şûnde li Navenda ku biryara komkujiyê lê hat dayîn, me got Pontos û Rumên Pontosê hêj li vir in. Vê yekê pala ciwanên Rûmên Pontosê, hêzên muxalif, çepgir û sosyalist kişand. Me bêtir pertekên erênî girtin.    DIVÊ JIRÛ BI RÛBÛNÊ NETIRSIN   Yaylali, anî ziman ku ew deyndanê gelê Kurd e û wiha bi dawî kir: “Divê an li cem kesên komkuî pêk anîn cihê xwe bigirin, an jî li cem kesên rastî komkujiyê hatin cihê xwe bigirin. Gelê Kurd û vîna wan gelek tişt bi min da qezençkirin. Dema komkujiyê hûn kirin hedef kesê cuda nake. Her kesî dikuje."    MA / Tolga Guney