Hevşaredaran daxuyaniya ‘manîpulasyonên qeyûm’ da 2020-05-18 13:16:27   ÊLIH – Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr bertek nîşanî sepanên qeyûm dan û gotin “Manîpulasyon didomin.”   Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ên ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin têkildarî girtina Miduriyeta Tesîsan ku di şûna wê de Miduriyeta Werzîşê vekirin daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Hevşaredaran di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku qeyûm bi agahiyên şaş xelkê agahdar dike û wiha gotin: “Manîpulasyonên qeyûm ên xelkê rast agahdar nake didomin. Qeyûm adeta xelkê ceza dike. Xebatên di serdema me de dihatin astengkirin. Niha jî bi manîpulasyonên qeyûm dixwazin hin tişt werin kirin. Lê hemû agahiyên şaş in. Divê me tesîsa ku di gelek waran de di nava salekê biqedanda, lê ji ber astengiyan me neqedand. Pişt re jî qeyûm hat û ewilî vê miduriyeta tesîsan girt.”