Hêjmara zêde ya rêwiyan rîske zêde dike 2020-05-18 15:52:45   AMED - Her çend hikûmeta AKP-MHP'ê bêje li dijî vîrûsa corona tedbîran digirin jî, li kolan, otobus û dolmîşan dîmena heyî nîşan dide ku tu tedbîr nayên girtin. Di dîmenan de jî xuya dibe ku li şûna 7 kesan, rêwî li ser piyan diçin û tên.    Li Tirkiye her çend Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bêje "Em li dijî vîrûsê tedbîran digirin" jî hêjmara kesên bi şewbê dimirin û her roj bi şewbê dikevin vê yekê piştrast nake. Dîsa dîmenên li kolan, kargerî û înşaetan nîşan dide ku ne wisa ye. Li dolmîşan li şûna 7 kes suyar bibin 17 kes suyar dibin. Dîsa mirov bê maske digerin û zarok li kolanan li hev diqelibin. Di dîmenan de jî xuya dibe ku li şûna 7 kesan, 17 kesan li dolmîşan bar dikin. Minibusa ku di xeta Zanîngeha Dîcle û Dîckekentê dixebitî li şûna ku 7 kesan siwar bike 17 kes siwar kir û rê li ber metirsiyê vekir. Piştî hikûmetê bi genelgeyan hewlda tevdîrên koronayê sist bike vê yekî di nava gel de jî rê li ber rehavetê vekir. Di minîbus û li nava sûkê êdî kes maske naxe rûyê xwe. Diza mesafe esas nayê girtin û zarok li kolanan li hev diqelibin.      TABLOYA DAWΠ   Li Tirkiye her rojê nêzî 50 kes bi virûsa corona (COVÎT-19) jiyana xwe ji dest didin. Herdî dawî duh 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. da. Heta niha li tevahiya Tirkiyeyê 4 hezar û 140 kes bi Covit-19 mirin. Dîsa her rojê nêzî 1-2 hezar kes bi vîrûsê dikevin. Herî dawî duh Hezar û 368 kesên din bi koronayê ketin. Heta niha 149 hezar û 435 bi vîrûsê ketin. Di rojên dawî de dîsa şewba vûsê belav dibe. Dîsa li Riha, Wan, Amed û gelek cihên din mal, kolan, gund û taxan dixin qerantînayê. Li gel vê yekê her