Ji girtiyên Efrînî re ‘maf’ nîne 2020-05-18 16:35:20   HATAY – Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’a Hatayê raporek derbarê girtiyên ji Efrînê li Girtîgeha Yayladagê girtî ne belav kir û di raporê de hat gotin girtiyên ji Efrînê ji her mafî bêpar tên hiştin û nayên dermankirin.   Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Hatayê çû Girtîgeha Tîpa T a Yayladaga Hatayê û hevdîtina li gel girtiyan kir rapor û li raya giştî belav kir. Di raporê de tê gotin ew li ser muracata girtiyan çûne girtîgehê û bi girtiyên ji Efrînê F.Ş., U.A., A.S.T. û M.M.D. re hevdîtin kirine. Endamê Komîsyonê Mursel Tonguç Salmanoglû raporê eşkere kir.   ‘PARASTIN TÊ BINPÊKIRIN’   Salmanoglû da zanîn ku girtî bi pirsgirên cidî yên tenduristiyê re rûbirû mane û ji ber girtî ditirsin serî li rêveberiya girtîgehê nadin û wiha got: “Mafê tenduristiyê yên girtiyên ji Efrînê tê binpêkirin. Îşkence û muameleya xerab a li dijî rûmeta mirovahiyê pêk tên. Gardiyan heqaretê li girtiyan dikin, muameleya xerab dikin û tevgerên biçûk xistinê dikin. Girtiyên li dijî van sepanan derdikevinin jî wan ceza dikin. Îtîraz û parastinên girtiyan esas nagirin. Mafê wan ên darizandin û parastinê tê binpêkirin.   Ev girtî ji Efrînê anîne. Mafê wan ê wergirtina agahiyan hatiye sînordarkirin. Bi sedan kilometre ji malbatên xwe dûr in. Hemû maf û azadiya girtiyan tê binpêkirin. Me di vî warî de tespîtan kir.”