Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 150 hezarî derbas kir 2020-05-18 20:15:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de hezar û 158 kesên din jî bi şewbê ketine û 31 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hejmara pêketiyan jî 150 hezarî derbas kir.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.  Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 158 kesên din jî bi şewbê ketine û 31 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 150 hezar û 593 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 171.