HDP’iyan bertek nîşanî van dîmenan dan 2020-05-19 08:46:30 STENBOL - Parlamenterên HDP’ê bertek nîşanî muameleya xirab a polîsan li Beyogluyê li dijî  welatiyên qedexeya derketina kolanê îhlal kirin nîşan dan, dan. Parlamenteran li ser hesabên xwe yên medya civakî, ji bo dîmenan nirxandina “Faşîzma ji rêzê ya dewleta Qesrê!” kirin.     Polîs bi hinceta îhlalkirina qedexeya derketina kolan a di çarçoveya şewba vîrîsa korona (Kovîd-19) tên îlankirin cezayê pere li welatiyan dibirin. Polîs êdî tenê cezayê pere nabirin, heman demê mualemeyên xerab jî li welatiyan dikin. Di vê çarçoveyê de li Beyogluya Stenbolê, polîs bi hinceta îhlalkirina qedexeya derketina kolanan 13 welatiyan li ber dîwar rêz dikin, hem muameleya xirab li wan dikin û hemû cezayê pere li wan dibirin. Piştî dîmenên polîsan li ser medya civakî hat parvekirin rastî bertekan hat.     Parlamenterên HDP’ê yên li ser hesabên xwe yên medya civakî bertek nîşanî vê bûyerê dan wihane:   “*Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay: Keyfa rêveberiya bê Qanûna bingehîn û ne qanûnî  her roj vîna gel binpê dike. Faşîzma ji rêzê ya dewleta Qesrê!   *Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç: Ma hûn êsîrên şer digirin? Gelo ji bo ku hûn rûmeta mirovan bin pê bikin û wna kêm bixin ev raye ji bo we hatiye dayîn? Gelo qanûn bi cih anîn ma ev qas zor û zehmete.   *Parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî: Cih Beyogluye. Hem cezayê pere dibirin, hem jî darbe dikin!”