Hişyariya ji bo 'efûya îstismarê': Dê encamên wê giran bin 2020-05-19 09:18:23   STENBOL - AKP'ê careke din efûya der barê îstismarkirina zarokan de xistiye rojevê. Berdevkê Komeleya Têkoşîna Li Dijî Îstismarkirin û Îhmalkirina Zarokan Volkan Çolakoglû, anî ziman ku heger efû çêbibe wê encamên wê giran bin.    Îqtidara AKP-MHP'ê xwestibû efûkirina sûcên îstismarkirina zayendî daxilî nav Qanûa Înfazê ya nû bike. Ji ber bertekên muxalefetê û raya giştî daxilî nav nekiribû, lê belê ev yek ji rojeva xwe jî dernexistiye.   Parlementerê AKP'ê yê Wanê Osman Nûrî Gulaçar, li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî diyar kiribû ku gelek mexdûrên zewaca di temenên biçûk de peyama jê re dişînin û gotibû: "Hevalino, di pakêta înfaz ya dawî de me pir hewl da. Lê belê ji ber hin sedeman çênebû. Lê dixwazim hûn zanibin ku piştî cejnê wê xebata ewil deteya giştî ev be."    rojevê. Berdevkê Komeleya Têkoşîna Li Dijî Îstismarkirin û Îhmalkirina Zarokan Volkan Çolakoglû, efûya ku tê xwestin berpêşî meclîsê bê kirin û Peymanên Mafên Zarokên ku şmzeya Tirkiyeyê jî li bin wan heye nirxandin.    Çolakoglû, diyar kir ku ji zûde ye efûya der barê îstismarkirina zarokan de di rojeva AKP'ê de ye û got: "Piraniya hilbijêrên îqtidarê doza vê qanûnê dikin. Ji bo wan memnûn bikin û ji bo ji dest neçin dibêjin 'Em jî dixwazin lê hin kes destûrê nadin.' Bi vî awayî dixwazin alîgirên xwe stabîlîze bikin." Çolakoglû, destnîşan kir ku hê bi awayekî fermî ev yek pêk nehatiye lê belê behskirina wê bi xwe jî bûye sedema fikaran.    Çolakoglû, got: "Me ji bo çi gotibe 'Ma bû çi bike', îqtidar kiriye. Mixabin ev jî ji ber nebûna muxalefeteke çalak e. Heger li welatekî edalet ne azad be, em çi biaxivin jî pûç e. Loma dibe ku bînin meclîsê."    ‘EM Ê LI MECLÎSÊ XWE BIŞEWITÎNIN'    Çolakoglû, destnîşan kir ku heger teklîfek bi vî rengî bê meclîsê, ew ê li ber meclîsê xwe bişewitînin û got, heger bibe qan»n wê encamên wê pir giran bin. Çolakoglû, anî ziman ku heger teklîfek bi vî rengî bibe qanûn wê bûyerên îstismarkirin pir zêde bibibin û heger kiryarên van sûcan niha bên berdan wê polîtîkaya bêcezatiyê jî zêdetir bibe.    Çolakoglû, anî ziman ku heger bibe qanûn ew ê serî li hiqûqa navxweyî û heger bi vê wê serî li hiqûqa navneteweyî bidin.    BANGAWAZÎ   Çolakoglû, destnîşan kir ku qanûneke bi vî rengî li dijî mafên zaroka ye û got, li ber wan ji xeynî têkoşînê tu rê tuneye.    Çolakoglû, got: "Ev zarok ê me hemûya ne. Parastina wan peywira me mezina ye. Her ku dengê me bilindtir bibe wê nikaribin vê qanûnê çêbikin."    MA / Semra Tûran