Pardon me sûc nedît! 2020-05-19 09:19:43 RIHA - Dozger hewce bi lêpirsîna tîmên taybet û polîsên ku li hewşa qereqolê ya Xalfetiya Rihayê îşkence li 37 welatiyan kiribû nedît. Dozger der barê 37 kesên hatin binçavkirin û li erdê rastî îşkenceyê hatin de got 'Mesûc nedît' û biryara bêşopandinê da. Endamê Baroya Rihayê Mevlûd Guneş, diyar kir ku li vir hiqûq û mafên mirovan hatiye binpêkirin.    Serdozgerê Komarê yê Rihayê pêdivî bi lêpirsîn û darizanina 37 welatiyên li hewşa qereqola Gundê Dêrto rastî îşkenceyê hatin nedit. Li Gundê Derto yê navçeya Xalfetiyê û gundê Qoserê yê Hewaga Rihayê di 18'ê gulana 2019'an de polîsan bi ser çend malan de girtibûn û 57 welati binçav kiribûn. Polîsan li hewşa qereqolê îşkence li welatiyan kiribûn. Polîs û tîmên taybet destê welatiyan li pişt wan kelepçe kiribûn û li baxçeyê qereqolê li erdê rêz kiribûn. Wêneşê îşkenceya li welatiyan hat kirin bi rêya medya civakî hatibû belavkirin. Serdozgerê Komarê yê Rihayê lêpirsina der barê kesên hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin de dosya temam kir. Dozger der barê 37 kesên rastî îşkenceyê hatin de hewce bi lêpirsînê nedît. Dozger der barê 13 jê girtî 20 kesan de jî îdîaname amade kir û doz vekir. Îdeaname ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê ve hat qebûlkirin.    ÎŞKENCE BIRIN QADA NAVNETEWEYΠ   Rêveberê Baroya Rihayê û Endamê Koordînasyona Mafên Mirovan Prz. Mevlut Guneş, bal kişand ser biryara bêşapandinê û wiha got: "Ji destpêka bûyerê heta niha karneya masumiyetê û hiqûq hat binpêkirin. Îşkenceû muameleya xerab, piştî parêzer bi muwekilê xwe re hevdîtin kirin derket holê. Girtek û çavdêriyên hevalên me yên parêzer, wêneyên îşkenceyê yên li ser medya civakî hatin parvekirin û serlêdana kesên hatin binçavkirin û rasti îşkenceyê hatin, rastiya îşkenceyê derket holê. Li ser vê yekê baroya me ket nava tevgerê u müdahale kir. Ewil xwestin vê yekê asteng bikin. Baroyê rapor amade kir û bi cemaweriyê re parve kir. Îşkence û muameleya xerab bir qada navneteweyî. Wê demê Rêxistina Efûya Navneteweyî kampanya da destpêkirin. Dîsa li meclîsê ev mijar hat rojevê.    Guneş, anî ziman ku di bûyerê de muwekilên wan rastî îşkenceyê hatin û wiha got: "Baroya me piştî lêkolînê der barê îşkencekaran de lêpirsîn da destpeikirin. Lêpirsîn giran didome. Ji aliyê 3 personelên eskeran de li ser dîmenan rapor hat amadekirin. Rapora hat amadekirin pir şolî bû. Ev rapor şandin Saziya tipa Edlî ya Stenbolê. Lê niha bi hinceta şewbê hatiye rawestandin."     Guneş, anî ziman ku Serdozgeriyê der barê 37 kesên hatin binçavkirin û rastî îşknceyê hatin de biryara bê şopandinê da û wiha got: "Bi vê yekê karneya masumiyetê hatiye binpêkirin. 57 mirov li dijî mafên mirovan hatin binçavkirin. Rastî îşkenceyê hatin. Piştî asta em hatinê, dozger ji ber der barê 37 kesan de delîla sûc nedît, pêdivî bi lêpirsîna wan nedît. Dozger piştî salekê der barê 37 kesan de biryara bêşopandinê da. Encam mafê mirovan hat binpêkirin. Karneya masumiyetê û hiqûq hat binpêkirin Kesên rastî îşkenceyê hatin mafê wan ê tekakesî rastî êrîşê hat. Rayedaran xwestin vê îşkenceyê rewa bikin. Daraz li ser navê millet, ewlehi jî li ser navê dewletê tev digere. Ev pir aşkere di Destûra Bingehîn de derbas dibe. Ji bo ev binpêkirin dubare nebe, dive daraz li ser navê gel destûrê nede vê yekê.    XWESTIN MIROV BIBIN ÎTÎRAFKAR    Guneş, destnîşan kir ku îşkence sûc e û wiha lê zêde kir: "Kesên hatin binçavkirin û bi Tirkî nizanibûn, di bin çavan dexwestin îtîrafkar, Me ev tişt dît. Bûyerên di wîcdanê civakê de nayê qebûlkirin pêk hatin. Ji bo rê li pêş van buyeran bê girtin divê Baro Azad bin. Lê di demên dawi de bi guhertinên dixwazin bikin, dixwazin rê li pêş azadiya baroyan bigirin. Ger ku wisa bibe, dê bûyer û îşkenceyên wekî yên li Xalfetiyê dernekevin holê. Ji ber vê yekê divê baro serbixwe û azad bin.      MA / Barış Polat