Dozger xwest hevşaredar bên girtin 2020-05-19 09:21:52 SÊRT - Dozgerê îfadeya Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, Hevşaredarên Hawêl Ramazan Sarsilmaz û Ozden Gulmez, Hevşaredarê Misircê girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dagehê kirin.  Wezareta Karên Hundir, qeyûm tayînî şaredarên HDP'ê yên Îdîr, Sêrt û navçeyên Misirc û Hawêlê kirin. Wezaretê Hevşaredarên Sêrtê Berîvan Helen Işik û Peymandara Turhan, Hevşaredarên Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Ozden Gulmez, Hevşaredarên Misircê Baran Akgul û Esmer Baran ji peyvirê girtin û qeyûm tayînî şûna wan kir. Piştî tayînkirina qeyûman hevşaredar hatibûn binçavkirin. Duh bi şev îfade dayîna hevşaredaran a li Midûriyeta polîsan bi dawî bû û sewqî edliyê hatin kirin.    Dozgerê îfadeya Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, Hevşaredarên Hawêl Ramazan Sarsilmaz û Ozden Gulmez, Hevşaredarê Misircê girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dagehê kirin. Dozger di heman demê de Hevşaredarê Sêrtê Peymandara Turhan, Hevşaredara Misircê Esmer Baran, xebatkarên Şaredariya Sêrtê Eşref Tekîn, Gulçîn Konneş Resûl Kaçar bi daxwaza berdanê sewqî dadgehê kirin.    Hevşaredar bi îdîaya “Propagendeya  rêxistin kirin”, “Endamtiya rêxistinê” û “Saziyên Dewleta Tirkiyeyê kêm xistin” tên sûcdarkirin.