40 gundên Qoser û Dêrikê dîsa bê av û ceyran hiştin 2020-05-19 11:31:56 MÊRDÎN - DEDAŞ'ê piştî daxuyaniya hikûmetê ya “asayîbûnê' ceyran ji ser nêzî 40 gundên Dêrik û Qoserê qut kir û gund bê ceyran û av hiştin. Welatiyên gundan ên ceyrana wan qut bûn bertekên xwe anin ziman.  Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dicle (DEDAŞ), piştî gotina hikumetê ya "asayîbûnê" dîsa ceyran ji ser welatiyan qut kir.  DEDAŞ'ê bi hinceta fatûre nedane ceyrana nêzî 40 gundên Qoser û Dêrikê qut kir û welatî bê av û ceyran hiştin. DETAŞ'ê bi hinceta çotkaran fatureyên ceyranê nedane 4 roj berê ceyran ji ser welatiyan qut kir û welatî mexdûr kirin. Ji ber ceyran j ser welatiyan hat qutkirin, bompeyên avê yên ji depoyan avê dişîne gund û taxan jî êdî naxebite û welati bê av man. Welatiyên hem bê ceyran û hem bê av man bertekên xwe anîn ziman.    Welatiyên Gundê Selmê, bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Ji ber ku DEDAŞ ceyranê qut dike em bêzar bûn. Welatî Omer Suren, anî ziman ku tu eleqeya bîrên avê û ceyrana gundan bi hev tune û bi qutkirina ceyrana gundan welatiyan mexdûr dikin.    Keyatê Gund Mehmet Hanefi Arda, jî anî ziman ku ava gund ji depoyên girêdayî şaredariyê tên û ji ber ceyran qut dike êdî depoyên avê jî naxebitin û ava ji ser gundê wan qut dibe. Arda anî ziman ku piştî ceyran hat qutkirin bombeyên depoyên avê yên şaredariyê jî naxebitin. Ji ber ve yeke gund be av e û wiha got: "Di vê meha Remezane de û di pêvajoya vîrûsê de em bê av in. Welatî nikarin paqijiyê bikin. Ji ber qutkirina av û ceyranê dê hilberîna berhemên çotkaran ji sedî 70 kêm bibe. Millet dê zerar bike. Kengi welatiyan zar û çandiniyê xwe çinîn bila wê demê werin deynan bixwazin.      MA / Ahmet Kanbal