Koordînasyona Qeyrana Covît-19: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir 2020-05-19 12:36:36 AMED - Koordinasyona Qeyranê ya herêmê ya Covît 19, rapora hefteyê aşkere kir û diyar kir ku vîrûsa corona newekhevî zêde kiriye û wiha got: "Pergala cîhanê ya  kapîtalist ku keda gelê cîhanê dixwe, şer pêş dixe û qeyrana aborî kûr dike, bi şewba vîrîsê re ketiye nava qeyrana kurevî:"  Koordinasyona Qeyranê ya herêmê ya Covît 19, rapora hefteyê aşkere kir. Koordînasyonê, diyar kir ku vîrûsa corona newekhevî zêde kiriye û wiha got: "Pergala cîhanê ya  kapîtalist ku keda gelê cîhanê dixwe, şer pêş dixe û qeyrana aborî kûr dike, bi şewba vîrîsê re ketiye nava qeyrana kurevî. Carek din hat dîtin ku pergal ji bo çerxa xwe bizîvirîne li ser kedxwarî û tunekirina jiyana mirovî hatiye avakirin. Ji bo çerxa wê bizîvire, zorê li karker û kedkaran dike ku têkevin nava hilberînê.    Her çend herî zêde kesên xizan, jin, ciwan, zarok, penaber, betal, karkerên çandiniyê û fabrîqeyan dikevin bin bandora vê vîrûsê jî, tedbîr nayên girtin û parastina li dijî şewbê paşguh dikin. Di pêvajoya şewbê de di kargeriyên ku ne mecbûrî ye hilberinê bikin de, zaro li karkeran dikin ku bixebitin. Dema karker û kedkar dixebitin jî ji bo parastina wan tu dedbîr nayên girtin. Ji ber vê yekê li van qadan nexweşî bi gelekan re derketiye. Tenê çareseriya xelasiya ji ve şewbe pişetvaniya civakî ye. Em carek din dixwazin ku gelê me tedbîrên xwe bigirin û piştevaniyê xurt bikin.    Me wekî kordînasyonê hewl da ji bo gelê xwe bibin bersîv. Em ê têkoşîna li dijî şewbê bidomînin. Ji bo dawî li mêtîngeriya kedê bê daxwazên me ev in:    * Karker û xebatkarên ku her dim bi gel re di temasê dene wekî karkerên Cargo û PTT'ê divê her ji hefteyê carekê di testê re derbas bibin. Divê şertên kar bên başkirin.    * Rîska şewbê didome. Ji ber vê yekê di vê bi lez hemû kargeriyên ku ne mecbûr in hilberînê bikin xebatên wan bêne rawestandin. Sektor û kargeriyên ku xebaten wan hatin rawestandin jî divê dîsa meaşên xebatkarên xwe bidin wan.    * Divê biryarên tedbîrên li dijî şewbê tenê bi 2-3 patronan neye girtin. Divê nûnerên sendîka, ode, komele, û hemû rêxistinên demokratîk jî tev lê bikin.    * Divê serwîsê karkeran bê zêdekirin û di bin parastin û ewlehiyê de karkeran bibin malên wan û kar.    * Divê dûrxistin û derxistina karkeran a ji kar qedexe bikin. Divê bê şert û merc meaşên karkeran bidin wan.    * Fîrma û şîrketên ku karkeran derdixin destûra mecbûrî sûc dikin. divê li van fîrma û şirketan lêpirsîn bê vekirin.    * Divê pirsgirên karker û kedkaran neyê veşartin. Divê serî li sendîka, ode û komeleyan bidin û bi raya giştî re parve bikin. Bêdengî dikuje, piştevanî dide jiyandin.    * Divê fatureyên karkerên ku mecbûr in kar bikin yên, av, ceyran û xaza xwqezayî bê taloqkirin.    * Divê karkerên betal ji sîgortaya betaliyê sûdê bigirin. Divê meaşê betaliyê neyê qutkirin û bidome.    * Divê hemû saziyên cemaweriyê yên tenduristiyê bê şert merc xizmeta tenduristiyê ya bê pere bide welatiyan.    * Divê ji bo hemû doktor, hemşîre û xizmetkarên tenduristiyê teqez ekîpmanên parastinê bên temînkirin.    * Xizmetkarên tenduristiyê û cemaweriyê yên nexweşên Kronik derkevin destûra bi heq.    * Divê hemû malzemeyên parastinê bê pere li hemû esnaf û xebatkarên cemaweriyê bên belav kirin.    * Divê zexîreyên bingehîn û malzemeyên hijyeniye bi çavkaniyên cemaweriyê bên belavkirin.    * Divê hemû xizmetkarên tenduristiyê bê navber û bi rêk û pêk di testê re bên derbas kirin,    * Divê bi lez hêjmara xizmetkarên tenduristiyê zêde bikin.    * Divê nûnerên ode, sendîka û rêxistinên tenduristiyê jî tev li maseyên qirîzê yên herêmê bikin.    * Divê li cihê kargeriyan tedbîrên cîddî bên girtin. Kargeriyen ku şewba COVİD-19 hat tespîtkirin divê bê girtin.