Li Silîvriyê ku vîrûs lê belav bûye test nayên kirin 2020-05-19 13:52:48   STENBOL – Hat angaştkirin ku li kampûsa Girtîgeha Silîvriyê, girtiyên ku nîşaneya vîrûsa koronayê bi wan re hebûne, bi fermana Wezareta Tenduristiyê testên wan nehatine kirin. Mehmet Sari ku li Girtîgeha Hejmara 7’an a kampûsê girtî ye, ragihand ku bijîjkê girtîgehê ev agahî bi wan re parve kiriye.   Vîrûsa koronayê ku li Tirkiyeyê heye, belavbûna wê ya li girtîgehan didome. Li gorî daneyên fermî yên Wezareta Edaletê, Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, li girtîgeyan bi giştî 229 girtî bi vîrûsa koronayê ketine. Ev dane jî daneyên fermî yên beriya demekê ne û niha nayê zanîn ku li girtîgehan çend girtî bi vîrûsa koronayê ketine.   ZÊDETIRÎ 100 GIRTÎ BI VÎRÛSÊ KETINE   Li gorî agahiyên ku ji girtîgehên hejmar 7 û 8 ên Silîvriyê ketine destê me, li her du girtîgehan hejmara waqeyan ji daneyên dozgeriyê aşkera kiriye zêde tirin. Li gorî vê agahiyê, li Girtîgeha Hejmara 8’an 80 girtî û li Girtîgeha Hejmara 7’an jî 55 girtî bi vîrûsê ketine. Hat diyarkirin ku girtiyên ku bi vîrûsê ketine li kogûşên ji kapasîteya xwe zêdetir dimînin.   Li her dû girtîgehan jî bi vîrûsa koronayê re binpêkirinên mafan li wan zêde bûne, xwarinên kêm tên dayîn, qantîn hatine rawestandin, hin girtiyên nexweş nayên dermankirin û nabi nexweşxaneyê.   FERMAN JI WEZARETÊ HATIYE   Mehmet Sari ku li Girtîgeha Hejmara 7’an a kampûsê girtî ye, pêkanîn li girtîgehê bi rêya telefonê ji hevjîna xwe re parve kir. Li gorî dengê qeydkirî yê hevdîtinê ku li ser medya civakî hat parvekirin; girtiyên ku testê wan pozîtîf derketine tevlî girtiyên ku testê wan negetîf deketine kirine.   Sari, diyar dike ku girtiyên nîşan in vîrûsa koronayê bi wan re hene testên wan nayê kirin û ev tişt dibêje: “Bi şev tenduristvanek hat pirsa ku çiyê me heye kir. Me jî got, ‘em hemû dêşên û devereke me nagire. Em dikuxin û hemû nîşan bi me re hene’. Bijîjk, got ku tiştekî ku ew bikin tuneye. Tenê germa laşê me dipivîn. Em di kogûşê de dimirin.”   GARDIYAN JÎ BI VÎRÛSÊ KETINE   Di berdewama deng de Sari, dibêje ku tenduristvanên girtîgehê ji wan re gotine ku Wezareta Tenduristiyê xwestiye ku testên wan neyên kirin û ev agahî dide: “Dema me sedema vê yekê pirsîn ji me re gotin ku ew jî sedemê nizanin. Bijîjkê girtîgehê jî me re got ku ji wezaretê nexwestiye test bên kirin. Tenê diyar kirin ku testa kesên ku nikarin ji erdê rabin were kirin. 17 gardiyan jî bi vîrûsê ketine.”   GIRTÎGEHÊ HEJMAR NEDA   Rayedarên girtîgehê ku em têkildarî vê angaştê li wan geriyan angaştê piştrast kirin lê derbarê hejmarê de agahî nedan.