Cara duyemîn roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn 2020-05-19 16:52:58 OSMANIYE - Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku roviyên wî xwîn bûn û rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê cara duyem roviyên wî xwîn bûn. Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Sabrî Kaya li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Osmaniyê tê ragirtin. Çend roj berê roviyên Kaya xwîn bûbûn û ew rakiribûn beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê. Hat zanîn ku cara duyemîn roviyên Kaya xwîn bûne û rewşa wî di xetereyê de ye.   REWŞA KAYA GIRAN E   Me têkildarî mijarê bi keça Kaya, Dîlan Kaya re hevdîtin kir. Kaya da zanîn ku her roja ku diçe rewşa bavê wê ber bi nebaşiyê ve diçe û got: “Duh bi şev bavê min kirin diyalîzê. Îro dîsa cara duyemîn roviyên bavê min xwîn bûn. Nirxê xwîna wî gelek kêm e. Xwînê didinê. Dema nirxê xwîna wî vegerin asayîbûnê wê endoskopî bikin. Her wiha nexweşîna wî ya kezebê jî didome.”