ROJEVA 20'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-20 09:00:12 * Penaberên di şewba vîrûsê de di malê de man, bi birçîbûnê re rû bi rû mane. Penaber, ji ber tunebûnê neçarin zikê xwe bi nanê zuha têr bikin, diyar kirin ku gelek caran nanê zuha jî bi mista wan nakeve.  * Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Elîf Haran bal kişand ser îhlalên girtîgehan û diyar kir ku hikumeta AKP’ê û MHP’ê bi hişmendiya dijmin li girtiyan dinere û got: “Hikumet bi hişmendiya tolhildanê nêzî nêzîkî girtiyan dibe."    * Gund, gir û çiyayên Qilabanê yên nêzî sînor, bi kulîlkên xwe yên rengrengî û bi zozanên xwe yên şîn mirov heyr û hejmekar dihêle.    * Wezîrê Karên Navxweyî, ji bo berhevkirin û belavkirina alîkariyan a şaredariyan giştînameyek ji walîtiyan re şandibû û bi vê giştînameyê kampanyayên alîkariyê yên şaredariyan qedexe kiribû. Lê belê şaredariyên AKP û yênq eyûm tayinî wan hatine kirin bêyî guh bidin vê giştînameyê bi navê xwe kampanyayan çêdikin.    * Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK'ê Selahattîn Soro, ji bo pêvajoya nû ya li Rojhilata Navîn îşaret bi civîna Tel Avîvê kir û destnîşan kir ku ji bo kurd di vê serdemê de destkeftiyan bi dest bixin, divê dînamîkên leşkerî û polîtîk hemû bi hevkariyî tev bigerin.    * Seroka Komeleya Pira Gelan Ustun Reînart, bal kişand ser pirsgirêka penaberan û got, di dema şewbê de ji bo penaberan tevdîr nehatine girtin û her diçe pirsgirêka betalî û starbûnê zêde dibe.    * Şaxa OHD'ê ya Enqereyê, piştî hevdîtina bi girtiyên li Girtîgeha Jina ya Bunyan a Kayseriyê re raporek amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku 3 jin ji ber şewbê hatine karantînakirin lê belê nehatine testkirin.    * Serokê Şaxa BTS'ê ya Amedê Suleyman Bozkûrt, da zanîn ku di pêvajoya şewba coronayê de 84 endamên wan hatine sirgûnkirin û got, ji ber ku qezayên trênê, rant û kadrobûyîna bêliyaqat teşhîr kirine endamên wan hatine sirgûnkirin.    * Li Edeneyê çinîna zebeşên pêşwext hefteyekê dereng dest pê kir. Niha cotkar ji rewşa heyî razî ne, lê belê fikara wan ew e ku gava ber zêde bibin fiyet jî erzan bibin.    * 10 girtiyên ku ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nivîsandibûn û îdareyên girtîgehan dest danîbûn ser nameyên wan, serî li AYM'ê dabûn. AYM'ê ji bo destdana ser nameyan got "binpêkirina mafan e". Piştî vê biryara AYM'ê, wê Wezareta Dadê tazmînatê bide girtiyan.    * Endamê Lijneya Çavdêriyê ya Covid-19 yê TTB’ê Kayihan Pala bal kişand ser talûkeya AVM'yan û got “Bi vekirina navendên danûstendinê re, hêjmara kesên bi şewbê ketine pêl pêlî bû. Rêya parastina li dijî şewbê hem pêşgirtinên şexsî û hem jî tevdîr û piştevaniya civakî ye."    * Rojnamegran diyar kir ku medya îqtîdarê her tim efûya îstîsmara zarokan nûjen dike û bingeha wê ava dike. Rojnamegeran diyar kirin ku bi weşana hişmendiya jinê rê li pêş van polîtikayan tê girtin.    * Sendîkaya Xebatkaren Barkêşiya Yekbûyî dê têkildarî karkerên hati sirgûnkirin li Îstasyona Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)    * Rêxistinên jinan dê li Stenbol, Enqere, Îzmier, Mugla Aydin û gelek navendên din li dijî 'Zagona istîsmarê' dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin. (12.00 - 19.00)    * Odeya Tabîban a Enqereyê, dê têkildarî daxwazên xizmetkarên tenduristiyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Şaxên SES'ê yên Îzmir, Aydin û Stenbolê dê li dijî neheqiyên li ser xizmetkarên tenduristiyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30-14.00)   * Rêxistinên HDP'ê dê li Riha, Mêrdîn, Stenbol, Enqere, Îzmir û gelek cihên din tayînkirina qeyûman şermezar bikin. (13.00 - 15.00)   * Rêxistinên ciwanan dê bi sernavê “Şehîdên Gulanê nemir in" li pêş Operaya Sureyya ya Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.00)   * Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê, dê li Qada Halîtaga ya Kadikoyê daxuyaniê bidin çapemeniyê û di meha 58'emîn a komkujiyê de ciwanên hatin qetilkirin bibîr bînin. (18.00)