Bi xwezaya xwe mirov heyr dihêle 2020-05-20 09:24:27 ŞIRNEX - Gund, gir û çiyayên Qilabanê yên nêzî sînor, bi kulîlkên xwe yên rengrengî û bi zozanên xwe yên şîn mirov heyr û hejmekar dihêle.  Erdnîgariya gundên Qileban a Şirnexê yên nêzî sînorên Herêma Kurdistana Federe, bi xwezaya xwe mirov heyr û hejmekar dihêlin. Yek ji van deveran jî gundê Elemûnê ye. Li başûrê gund Heftanîn, li rojhilatê gund jî silsileya Çiyayê Kato Marnosê heye. Li vî gundê ku hin kes dibêjin gundê ermeniya ye û hin kes dibêjin ên asûriya ye, nêzî 4 hezar mirov dijîn. Li gundê devera herî bi nav û deng jî Geliyê Bêdkarê ye. Bi germbûna dinyayê re Bêdkar hêdî hêdî mirovan diezimîne.    HEWAYEK PAQIJ, AVEK CEMIDÎ, KULÎLKÊN CUR BI CUR    Hêjî li serê çiyayên gund berf neheliyaye. Lê derdora gund bi kulîlkên cur bi cur rengrengî ye. Herî zêde jî beybûn û bûkik hene. Ji xeynî kulîlkên xwe bi hewaya xwe ya paqij, bi ava xwe ya cemidî jî balê dikişîne.    Bi germbûna dinyayê re êdî gundî hêdî hêdî heywanên xwe ji Geliyê Bêdkarê dibin Zozana Kaniya Spî. Gundî demeke dirêj liv ir dimînin û heywanên xw exwedî dikin. Her wiha hin gundî jî li van deran giyayên cur bi cur berhev dikin.    BÊRÎVAN Û JIYAN    Her wiha li herêmê bêrîvan jî balê dikişînin. Bêrîvan, hem heywanên xwe didoşin hem jî bîk, siyabo, kereng, cehterî û rêbasan berhev dikin. Bêrîvan, piştî heywanên xwe didoşin û giyayên xwe berhev dikin, barên xwe li ser pişta qantiran dikin û bi qasî 6 saetan diçin. Gava digihên ser rêya sereke barê xwe li wesayîtê dikin û pê diçin gund.    MA / Mahmût Rûvanas