Ji her kesî re qedexeye, lê ji AKP û qeyûman re serbest e 2020-05-20 09:24:58   AMED - Wezîrê Karên Navxweyî, ji bo berhevkirin û belavkirina alîkariyan a şaredariyan giştînameyek ji walîtiyan re şandibû û bi vê giştînameyê kampanyayên alîkariyê yên şaredariyan qedexe kiribû. Lê belê şaredariyên AKP û yênq eyûm tayinî wan hatine kirin bêyî guh bidin vê giştînameyê bi navê xwe kampanyayan çêdikin.    Piştî şewba vîrûsa coronayê belav bû şaredariyan jî ji bo alîkariya gel bikin hin kampanya dabûn detspêkirin. Lê belê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû giştînameyek ji walîtiyan re şandibû ku kampanyayên alîkariyê yên şareadriyan qedexe bikin. Piştî vê giştînameyê kampanyayên şareadriyên HDP'î û CHP'î hatina stengkirin. Lê belê şaredariyên AKP'î û yên qeyûm tayinî wan hatine kirin, bêyî astengî kampanyayên xwe bi rê ve dibin.    Yek ji van şaredariyan jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin. Qeyûê şaredariyê Walî Hasan Basrî Guzeloglû, hem li ser navê xwe hem jî li ser navê şaredariyê "kampanyaya alîkariyê" bi rê ve dibe. Her wiha kampanyaya ku daye destpêkirin jî li bîllboardan jî ragihandiye