Danişîna doza Pirsusê dê bê parêzer bê dîtin 2020-05-20 09:55:48     RIHA - Danişîna doza 33 ciwanên ku li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin dê li 5'emîn dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê parêzer bê dîtin.    14'emîn danişîna doza 33 ciwanên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên di 20'ê Tîrmeha 2015’an de li pêş Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûsê hatin qetilkirin dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê îro bê dîtin. Heyeta dadgehê bi hinceta tedbîrên li dijî vîrûsê biryar da ku danişîn bê parêzer pêk bê. Parêzerê malbatan Serdil Îzol, diyar kir ku tu astengiyên Wezareta Dadê ya li dijî parêzerên mexdûran tune, lê heyeta dadgehê li gorî xwe biryarê distîne. Parêzer Îzol ji bo danişînê bişopîne derbasî edliyê bû. Tê payîn ku bersûcê komkujiyê Yakup Şahin tev li danişînê bikin.