Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê dezmêjê dide girtin 2020-05-20 10:34:55   WAN – Nivîskarê Îlahîyatnas Îhsan Elîaçik, diyar kir ku desthilata AKP’ê ne mihefazekar e, xwediyê zîhniyeta ku karê mihafaze dikeye û ev tişt got: “Ev dema mihefazekar ku 10 sal in dawî em dijîn, dema kapîtalîzma bi dezmêj e.”   Nivîskarê Îlahîyatnas Îhsan Elîaçik, nasnameya îslamî-mihefazekar a AKP’ê û polîtîkayên ku dimeşîne nirxand. Elîaçik, diyar kir ku polîtîka olê ya desthilatê xwe dispêre çanda îslamê ya ku nehatiye lêpirsînkirin û wiha got: “Îslama kevn ku nehatiye lêpirsînkirin, çanda îslamê ya dema emevî, ebasî, selçûkî û osmaniyane ku desthilatdarên wê demê li gorî pêwîstiyên xwe hilberandine. Ev çand îro jî bêyî lêpirsînkirin referans tê girtin. Mihefazekarî li vir dikeve dewrê û feraseta îslama hemdem nayê hilberandin. Ji ber vê yekê jî bi demokrasiye re li hev nake.”   MIHEFAZEKARÊ KARÊ NE   Elîaçik, destnîşan kir ku li 10 sal in dawîn bê nêrîn dê bê hînkirin ku desthilata AKP’ê ne mihefazekar e û ev tişt got: “Ji xwe re dibêjin mihefazekar; lê tişta ku heta niha jê re dibêjin mihefazekar, xwedîtiya wan a zîhniyeta karê ye. Me ji wan re got dezmêjgirtina kapîtalîzmî. Ev dema mihefazekar ku 10 sal in dawî em dijîn, dema kapîtalîzma bi dezmêj e. Bi kapitalizme dezmêj didine girtin. Mihefazekariya vê desthilatê wiha ye. AKP rojane tevdigere, tiştên bi dest dixe naxwaze winda bike û armanca wê yekane jî berdewamkirina desthilata wê ye.”   ELEQEYA WAN BI ÎSLAMÊ RE TUNEYE   Di berdewama axaftina xwe xwe de Elîaçik bal kişand ser êrîşên li hemberî cenaze û goristanan û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Di îslamê de tişta herî bi qîmet rêzgirtina ji mirî û goristanan re û mafe cîranan e. Kesên ku ji miriyan re rêz nagirin û êrîşî goristanan dikin eleqeya wan bi îslama rasteqîn re tuneye. Ji xwe re dibêjin misilman lê elqeya wan bi mislimaniyê re tuneye. Divê ku rayedar têkildarî êrîşam daxuyanî bidin û bibêjin ku tiştên kirin sûc in. Lê şûna vê dengê xwe jî dernaxin. Bi vê jî diyare ku êdî Tirkiye ne dewleteke hiqûqê ye.”