Serpîl Kemalbay: Bi taybetî gorên li ser navê Kurdî û tîpên ê-x-î heye dikin nedef 2020-05-20 13:08:19   ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpîl Kemalbay Pekgozegu, têkildarî êrîşên li dijî goristanan diyar kir ku bi taybetî gorên navê Kurdî û tîpên x-ê-î li ser heye dikin hedef. Kemalbay, pirsname da meclîsê û pirsa "Ev êrîş bi agahiya we pêk tên ya na? Ger ku bêyî  fermana we pêk tên, kê ev ferman daye û der barê wê de çi lêpirsîn hatiye destpêkirin?" ji Wezirê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî.         Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmirê Serpîl Kemalbay Pekgozegu, têkildarî êrîşên li dijî gor û goristanan, ji bo Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne pirsname da meclîsê. Serpîl Kemalbay, diyar kir ku li gorî hiqûq û baweriyên cuda yên civakî gor çand, bawerî û nasnameya civakekê temsîl dike û wiha got: "Goristan ji bo civakek hafizaya xwe ya dîrokî bidomine û kes li ser şînê bigire, navendên bawerî û hurmetê nin. Warên ku nasname û baweriya civakan temsîl dikin. Bi awayeki xwezayî mirov xwediyê kêlê gorekê be, di heman demê de xwedî dîrok, nasname û nirxek e. Mafê merasim û definkirina miriyekî nirxên hemû mirovan ên dest nayê dayîn e. Beyî li bawerî, çand, siyaset, felsefe û baweriya wan bê nerîn parastina cenaze, gor û goristanê erka dewletê ye. Êrîşên li dijî gor û goristanan di Nîsanê de li Wanê dest pê kir û li Çewlîk, Amed, Mûş, Şirnex û Geverê bkelav bû. Kêlên goran tên kişandin, xerakirin û ji cihê wan tê rakirin. Hestî ji goran tên derxistin. Bi taybetî gorên navê Kurdî û tîpên “ê, î, x” li ser hene tên şikandin û rûxandin.      POLÎS Û ESKER LI MALBATAN DIGERIN Û DIBÊJIN 'JÊ BIBIN AN EM Ê BIŞKÎNIN'      Kemalbay, anî ziman ku esker û polîs li malbatan digerin û dibêjin “Li ser goran nivîs û reng hebin jê bibin. An em ê bişkînin" û gefan li malbatan dixwin û wiha got: "Esker û polîs dixwazin ku pişti şikandin wêne bikişînin û bi rêya keya ji wan re bişînin. Dema li ser goran nivîsê dibînin jî bang li malbatan dikin û li pêş çavên wan kêlên goran dişkînin.  Piştî  van gefan hin malbat ji bo gorên zarokên wan neyên xerakirin li ber gorên zarokên xwe nobetê digirin.    Gora Suleyman Aksu yê di nava 33 ciwanên sosyalîst de ji aliyê DAIŞ'ê ve hat qetilkirin a li Goristana Ormanê ya Geverê di Gulana 2020'an de dîsa rastî êrîşê hat û heta niha 7 caran rastî êrîşan hat.    Li gorî vê yekê:    * Esker û polîsên ku li malbatan digerin û dixwazin kêlên gorên zaroken xwe biguherinin û nivîsan jê bibin bi agahiya we pêk tê ya na? Ger ku agahiya we tu ne be kî fermanê dide?  * Têkildarî vê pêkanîna dijzagonî, dijhiqûqî, dijmirovî, dijwîcdanî û li dervê ol û baweriyan tu lêpirsîn hatiye destpêkirin?  *Gora li Goristana Ormanê ya  Geverê berê jî 6 caran rastî êrîşan hatibû, çima nehat parastin û tedbîr nehatin girtin?  * Di 10 salên dawî de têkildarî êrîşên li diji goran çend kesan gilî û serlêdana sûc li wezaretê kirine? Têkildarî van serlêdanan çi gav hatiye avêtin û encam çiye?  * Ji bo ev êrîşên civakê perçe dike û ragişeya civazî zêde dike bi dawî bibin xebatên wezareta we çine?  * Têkildarî êrîşên li dijî gor û goristanan wezareta we dê tu çaxuyaniyan bide ya na ?"