'Mertalên Firatê dexl û çandiniyê Rojava şewitandin' 2020-05-20 16:56:18   KOBANÊ - Şêniyên herêm diyar kirin ku li Kobanê di encama topbarana 'Mertalên Firatê' de 80 hektar zeviyên çandiniyê şewitîn û bûn xwelî. Dîsa rayedarên Tirkiyeyê piştî 4 salan cara duyemîne ku ava çemê Firatê ji sedî 60 ji ser Sûriyê kêm kirin.     Rayedarên Tirkiyeyê dîsa ava Çemê Firatê ku di nava axa Kobanê, Reqa, Dêrazorê û gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re diherike û ji bo milyonan welatî çavkaniya jiyanê ye qut kir. Rayedaran rêjeya avê ji sedî 60 kêm kirin. Çemê Firatê di heman demê de ji bo Helebê ava vexwarinê ye. Çemê Firatê avê dide deştên li dirêjaiya hewza Firatê ya bakurê rojhilatê Sûriyê.  Li gorî komîte û desteyên çandiniyê yên herêmê firehiya rêjeya ku bi genim, darên mêweyan û baxçeyan hatiye çandin, derdora 400 hezar hektar e. Hevseroka Meclisa Navçeya Qenaya ya rojavayê kantona Kobanê Sûad Dumer got: “Dewleta Tirk bi zanebûn asta ava çem kêm dike. Ev yek gefê li berhema xwecihî ya zebzeyan ên li dirêjahiya qiraxa çem hatine çandin dixwe. Ku  berhem dide herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."   Di heman demê de kêmbûna asta avê metirsiyên qutbûna kehrebê zêde dike ku dê rojane zêdeyî 12 saetan kehrebe qut bibe.    'MERTALÊN FIRATÊ 80 HEKTAR ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ BÛN XWELÎ   Roja 18-19'ê Gulanê ji ber topbarana 'Mertalên Firatê' yên ji TSK û OSO pêk tê, nêzî 80 hekar zeviyên çandiniyê yên gundên rojavayê kantona Kobanê şewitîn. Endamên OSO yên bajarê Cerablusê dagir kirine bi zanebûn guleyan ber bi qiraxê rojhilat ê çemê Firatê diavêjin. Di 18-19'ê Gulanê de "Mertala Firatê" yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin zeviyên genim ên deşta Bûrazê şewitandin.