200 hezar xwendekar di çerxa sermayeyê de ne 2020-05-21 09:17:10 RIHA - Hevserokê Egîtîm Senê Mahmût Bînîcî, diyar kir ku li bajêr 200 hezar xwendekar di karên çandiniyê yên demsalî de dişixulin û got: "Zarokên li nav erdan dişixulin û yên li bajaran derfetên wan ne wek hev in, lê her du jî dikevin heman ezmûnê."  Hevserokê Şaxa EGîtîm Sen a Rihayê Mahmût Bînîcî, destnîşan kir ku li bajêr her sal 200 hezar xwendekar tevî malbatên xwe ji bo karên demsalî diçin bajarine din.    PERE AN XWENDEKAR?    Bînîcî, diyar kir ku li bajêr 870 hezar xwendekar û nêzî 24 hezar mamoste hene û got, ji be rkêmbûna mamosteyan perwerdehî jî baş nayê dayîn. Bînîcî, anî ziman ku di rêza serketinê de Riha di rêza 78'an de ye û got, bi şewbê re pirsgirêkên di qada perwerdehiyê de zêdetir bûne. Bînîcî, got: "Li vî bajarê ku hejmara karkerên demsalî zêde ye, her xwendekar ne xwedî înternet, tablet û teknolojiyê ye. Ji xwe dahata karkerên demsalî diyar e. Wê ev malbat bi çi van amûrên teknolojiyê bistîin? Her wiha pirsgirêka din jî azmûna YKS'ê ye ku dîroka wê guherandin. Ji bo dahata turîzmê xebata xwendekaran a bi mehan pûç kirin. Gelo rewşa xwendekaran girîng e an pere?"    200 HEZARA KARKER LI NAV ERDA NE    Bînîcî, anî ziman ku nîviyê karkerên demsalî yên Tirkiyeyê li Rihayê ne û got, zarokên diviya li park û dibistana bûna ji mecbûrî dişixulin. Bînîcî, got: "Ev jî nîşan dide ku gelek mafên zarokan tê binpêkirin. Ev zarok li deverên şert û mercên xweyîkirin û paqijiyê kêm in û nebaş in dişixulin. Çareya vê ew e ku li vî bajarî qadên îstihdamê bên afirandin. Heger mirov behsa serketinekê bike, pêşî divê hejmara karkerên demsalî kêm bibe. Walîtî wekî kus erketinek be dibêje, 'Ji sedî 50'yê karkerên demsalî li Rihayê ne.' Ev en serketin e, rewşeke êşbar e."    ZAROK DI ÇERXA SERMAYEYÊ DE NE    Bînîcî, got: "Ma mirov dikare behsa mafê civakiyî yê van zarokan bike? Heger polîtîka ji bo sermayeyê bin wê encam jî ev bin. Nêrîna me ya sendîkayî, nêrîneke civakiyî ye. Ma mirov dikare behsa zarokatiya van zarokan bike? Ev zarok di çaxê xwe yê zarokatiyê de di çerxa sermaye û hilberînê de tên şixulandin. Bi vî awayî mafên wan tên binpêkirin."