Cenaze wiha xistine bin peyarêyê! 2020-05-21 09:17:48 STENBOL - Li Goristana Kîlyosê 261 cenaze di bin peyarêyê de hatibûn veşartin. Dîmenên peyarêyê bi dest me ketin. Di dîmenan de tê dîtin ku qabên plastîk ên cenaze têde bûn çawa avêtine ser hev û bi nigan çawa tên tehmdan.  Di 19'ê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê 282 cenaze ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û wan biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û paşê hatibû hînbûn ku li Goristana Kîlyosê hatine veşartin. Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin heya niha tenê 21 jê radestî malbatan hatine kirin û yê mayî yanî 261 cenaze jî li Goristana Kîlyosê ne. Lê belê dû re derket holê ku li Goristana Kîlyosê jî di bin peyareyekê de hatine veşartin.  Dîmenên vê peyarêyê bi dest me ketin. Di dîmenan de tê dîtin ku qabên plastîk ên cenaze têde ne çawa avêtine ser hev û li kêleka hev hatine veşartin.    Gava cenazeyê Cengîz Demîr û Huseyîn Doner radestî malbatên wan tên kirin, dîmen tên girtin. Dîmen di 2'yê Adarê de hatine girtin. Di dîmenan tê dîtin ku peywirdar qabên jimareya wan 6 û 9'ê ku cenazeyên Demîr û Doner têde ne derdixin û wan radestî malbatan dikin.    LI SER HEV HATINE VEŞARTIN    Cenazeyên 261 kesî di hundirê qabên plastîk de li ser dilê hev hatine veşartin. Gor ji 1'ê heya 18'an hatine nimarekirin û her gorek ji du qatan pêk tê. qabên hestî di hundirê wan de ne, dudo dudo li ser hev du hatine bicihkirin. Di nimareya 6'an de ku hatiye vekirin tenê 24 cenaze hene. Gor bi qasî 3 metreyan kûr hatine kolandin û bo tûxleyên ytong ji hev hatine veqetandin û ser wan bi du blokên betonî hatine girtin. Ji gorên hatine vekirin dixuyê ku yek jê di nav avê de maye.    BI NIGÊN XWE HESTIYAN TAHM DIDIN    Peywirdarekî goristanê ji bo qabên ku hestiyên Demîr û Doner têde ne bibîne qutiyên di gorê de hemûyan derdixe û ên din cardin dixe gorê. Gava dixe gorê jî wan dvêje ser hev. Gav wisa dike jî wan bi lingên xwe tahm dide. Li ser qabên ku hestî di wan de hejmareke morgê û hejmareke Saziya Tiba Edlî heye. Gava testa DNA'yê ya malbatan û hestiyan li hev derê, hestî li gor van nimareyan radestî malbatan tên kirin. Di dîmen de tê pirsîn, "Gelo gor hemû li vira hatine veşartin?" Peywira dibêje: "Belê."    HESTIYÊN DEMÎR BIRINE LICÊ, YÊ DONER JÎ BIRINE BEDLÎSÊ    Cenazeyê Cengîz Demîr li gundê Fîsê yê Licêya Amedê û yê Huseyşn Doner jî li gundê wî yê girêdayî Xîzan a Bedlîsê hatiye veşartin.    Me xwe gihand malbata Demîr û Doner. Malbatan ji bo di peyarê de veşartina cenazeyan gotin "bêehlaqîtî û bêwijdanî ye."    Azad Demîr birayê Cengîz Demîr, anî ziman ku piştî testa wan a DNA'yê bi dawî bûye di 2'yê Adarê de çûne Goristana Kîlyosê  û got, gava çav li dîmena heyî ketine careke din agir bi dilê wan ketiye. Demîr, diyar kir ku cihê ku jê re gotine goristan e, qeraxa rêyekê bûye û her derê wê di nav gemarê de bûye. Demîr, bilêv kir ku gava gor hatine vekirin qutiyên ehstî di wan de bûne di nav av û heriyê de bûne.    Demîr, ji bo dîmena ku pê re rû bi rû mane got, ev yek ne bi ehlaq û ne jî bi wijdanê nayê îzahkirin û di tu dîn û baweriyê de jît uneye.    CENAZEYÊN HER DU BIRAYAN JÎ LI KÎLYOSÊ BÛYE   Gulperî Doner ku hevjîna birayê Huseyîn Doner e, diyar kir ku cenazeyê ku li Goristana Xerzanê veşartibûn piştî 3 salan ji Kîlyosê derxistine. Doner, got: "Piştî me ji bo DNA'yê xwîn da, demek şûnde dozgeriyê telefonî me kir. Gotin, 'Cenazeyeke we yê din jî heye.' wê çaxê me fêm kir ku cenazeyê Ahmet Doner û birayê wî  Huseyîn Doner jî li Xerzanê bûye. Me cenazeyê her du yan jî anî li Xîzanê defin kir."    Doner, bilêv kir ku Huseyîn Doner di 2014'an de li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest daye û birayê wî Ahmet Doner jî 25 sal berê tev li PKK'ê bûye û got: "Piştî Ahmet çû, me tu xeber jê negirt. Em li cenazeyê Huseyîn digeriyan, me yê Ahmet dît. Mirov ji bo vê rewşê dikare çi bibêje nizanim."   Gulperî Doner, diyar kir ku ji bo cenazeyên xwe çûne Goristana Kîlyosê, lê belê gava dîtine cenaze di bin peyarêyê de hatine veşartin êşa wan zêdetir bûye.    Doner, diyar kir ku piştî piştî Huseyîn Doner jiyana xwe ji dest daye cenazeyê wî li Goristana Xerzanê hatiye veşartin, piştî goristan hatiye xerakirin cenazeyê wan hatiye revandin birine Stenbolê, li wir li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyê de hatiye vaşartin, gava ji wir derxistie wî birine li Xîzanê veşartine û got: "Ma mirovek pênc caran tê kuştin?"    Doner, destnîşan kir ku di tu dînî de ev tişt tuneye û got: "Çi dikin bila bikin em ê xwedî li miriyên xwe derkevin. Em dixwazin îşkenceya li van cenazeyan bi dawî bibe."    MA / Erdogan Alayûmat