Li dijî sererastkirina ‘efûya bi rêya zewacê’ berxwedana 2016’an bi bîr xist 2020-05-21 09:20:27 ENQERE - Endama Platforma Jinê ya Enqereyê Latîfe Kahya, diyar kir ku wê sererastkirina ‘efûya bi rêya zewacê’ ya ji bo sûcdarên istismara zayendî qebûl nekin û got: “Em ê li dijî sererastkirina ku hikûmet dipêje û tîne pêşiya me, berxwedana xwe ya sala 2016’an dîsa nîşan bidin.” Nîqaşên ku wê bi vekirina meclisê re dê hikûmet dîsa sererastkirina ‘efûya bi rêya zewacê’ ya ji bo sûcdarên istismara zayendî bîne rojevê berdewam dikin. Di serî de rêxistinên jinan, parlamenter û parastvanên mafên mirov û zarokan bertekên xwe yên li dijî sererastkirinê tînin ziman. Li gel vê yekê çapameniya alîgir jî nûçeyên ku efûyê mêşrû dike diweşîne. Endama Platforma Jinan a Enqereyê Latîfe Kahya sererastkirinê û polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî jin nirxand.   ‘POLÎTÎKAYÊN ÊRÎŞÊN NÛ’   Kahya, diyar kir ku wê sererastkirin weke “efûya carekê” bê pêşkêşkirin û wiha got: “Ji niha ve çapameniya alîgir, nûçeyên mîna ne sûcdarê tecawizê ‘hevjîn’ û yekitiya malbatê hilweşiya diweşîne. Di encama vê sererastkirinê de wê temenê zewacê bi mehra olî daxînin 13’an, wê zewaca kesekî 28 salî ya bi zarokeke 13 salî re qanûnî bikin, zarokên keç ji perwerdeyê dûr bixin, xîzan bikin û bê paşeroj bihêlin. Wê desthilat, pêşî li cînayetên jinan, tacîz, tecawiz û istismara zarokan vebike. Polîtîkayên êrîşên nû ketine meriyetê. Hewl tê dayîn ku komkujî, êrîş û tundî neyên dîtin. Wê bi serastkirinê re zarokan bi îstismarkarên wan re bidine zewicandin û îstismarkar weke ‘hevjînê’ zarokan vegerin malê. Ev rewşeke ku em qebûl bikin nîne.”   BERXWDANA 2016’AN   Kahya, êrîşên li hemberî Peymana Stenbolê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Divê bê tavîz Peymana Stenbolê pê pêkanîn. Em ê bi hemÛ rêxistinên jinan û jinên femînîst re li dijî sererastkirina ku hikûmet dipêje û timik tîne pêşiya me, berxwedana xwe ya sala 2016’an dîsa nîşan bidin. Kesên ku hewl didin zarokan bi îstismarkar û tecawizkarê wan re bizewicînin divê hewldana xwe ji bo mudaxaleyê bi kar bînin û lêpirsînên bi bandor bidine destpêkirin, ji bo parastina zarokan bergiriyan bigirin. Weke 25’ê mijdaran, 8’ê adaran, qanûna kurtajê û qanûna medenî ku me çawa bi hev re li ber xwe da û kuçeyan terk nekir, em ê dîsa kûçeyan terk nekin. Bang li rêxistinên jinan û partiyên siyasî dikim ku piştgirî bidin têkoşîna me ya li dijî serersastkirinê.”