Ciwana HDP’î: Em dixwazin vê xakê bikin cihêkî ku jiyan lê bê domandin 2020-05-21 10:09:26 AMED - Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Esengul Kiliç, bertek nîşanî zextên li hemberê endamên wan da û got ku ew dixwazin vê xakê bikin cihêkî ku jiyan lê bê domandin û li dijî AKP’ê hê bi biryartir bimeşin.   Endama Meclisa Partiye û Endama Lîjneya Rêveberiya Meclisa Ciwanan a HDP’ê Esengul Kiliç, tekildarî revandin, binçavkirin û girtina endamên wan ên di demên dawîn de axivî û diyar kir ku roja meclisa xwe ava kirine heta niha bi zextên desthilatê re rû bi rû ne.   CIWAN BÊDENG NAMÎNIN   Kiliç, da zanîn ku sedema zextên li ser endamên wan tevgerbûn û hêza guhertinê ya zihnî û fizîlî ya ciwanan e û wiha got: “Hêza ciwanan a rawestandina rewşa nebaş a welat heye. Ji ber vê yekê ciwan di hedefê de ne. Armanc tirsandin û çewisandin e. Lê em ê di sekna xwe de tu tawîzan nedin. Salên dirêj li pêşiya ciwanan e. Ciwan naxwazin di nav vê nebaşiyê de bijîn. Ciwanên ku li dijî tiştên diqewimin bêdeng namînin, ji aliyê AKP-MHP’ê tê xwestin bên rawestandin.”   CIWANAN WEKE GEF DIBÎNIN   Kiliç, revandina herî dawîn a Endama Meclisa Partiye û Endama Lîjneya Rêveberiya Meclisa Ciwanan a HDP’ê Hatîce Buşra Kûyû bi bîr xist û têkildarî mijarê ev tişt got: “Gelek hevalên me beriya niha hatibûn revandin, derpkirin û li deverên dûrî bajar tên berdan. Serokê Milê Ciwana yê CHP’ê jî hat girtin. Bi giştî desthilat ciwanan weke gef dibînin û çiqas muxalîf, demokrat, şoreşger, soyaslîst û hêz hebin êrîşî wan dike. Di bin vê êrîşê de tirs heye. Divê ciwan jî vê tirsê baş bi kar bînin. Desthilata AKP-MHP’ê dixwaze ciwaniyeke bêpaşeroj û îtaatkar ava bike.”   BI BIRYAR IN   Di berdewama axaftina xwe de Kiliç, destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên desthilatê ku ciwanan dike hedef hê bêtir têbikoşin û axaftina xwe bi dawî kir: “Îro ji her kesê ku hişbirê bi kart îne em xwe berpirsyar dibînin. Em ji xwe bawer in ku bi sekna xwe ya bi hêvî ji ciwanan re dibin çavkaniya baweriyê. Ji bo ku em ji nifşên dû xwe re paşerojeke azad bihêlin em ê bê bi biryar têbikoşin. Em dixwazin vê xakê bikin cihêkî ku jiyan lê bê domandin. Em ê bi baweriya xwe ya ji civaka polîtîk a bi sinc xebatên xwe bidomînin.”   MA / Arjîn Dîlek Oncel