Qeyûm qadên dibistan, park û tesîsên tenduristiyê difiroşe 2020-05-21 10:37:07 MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê mal û milkê şaredarî û cemaweriyê yek bi yek difiroşe. Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê diyar kir ku di nava zeviyên ku şaredarî wan difiroşe de qadên dibistan, tesîsên tenduristiyê û parkan jî heye.  Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman, piştî di 19'ê tebaxa 2019'an de wekî Qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîne hat kirin, di nava hefteyekê de  30 warên şaredarî û cemaweiyê derxistin bazara firotinê. Têkildarî bijarê Lijneya Koordînasyona Baar (ÎKK) a Mêrdînê ya Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) (İKK), li dijî firotina 30 malên şaredarî û cemaweriyê îtîraz kir. Berdevkê ÎKK'ê ya Mêrdîn ê TMMOB'ê Mehmet Aslan daxwaznameya îtîrazê amade kir û pêşkêşî şaredariyê kir. TMMOB'ê xwest mal û milkê şaredariyê yê derxistine bazara firotinê bê rawestandin.    TMMOB'ê di daxwaznameyê de got: "Di nava qada ku derxistine bazara firotinê de mal û zeviyên ku nayên firotin û veguhestin jî hene. Di nava vana de qadên dibistan, tesîsên tenduristiyê, qadên lîstika zarokan û park jî hene."    ÎKK a Mêrdîn ya TMMOB'ê têkildarî mijarê daxuyanî da çapemeniyê “Plana Spandina Îmara Bajaran; qadên civakî, qadên xaniyan, qadên bazirganiyê, qadên pîşesaziyê, qadên perwerde û tenduristiyê li ber çavan tên girtin û tê amadekirin. Plana nîzama derdorê ya ji 1/10000 100 a ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Derdorê ve hatiye amadekirin û projeksiyona nifûsa bajar li ber çavan tê girtin û ev yek tê kirin. Li gorî ku zarok, kal û pîr û kesên astengdar bi aramî û hêsanî karibin tev bigerin tê plankirin. Pir aşkere xuya ye ku dê van parselan erzanî bifiroşin. Ji ber vê yekê em dixwazin bi lez dawî li vê feraset û şaşiyê bînin û van mal, milk û erzayan nefiroşin."