Mirina bi Covît-19 xwezayî nîşan dan 2020-05-21 15:32:55 WAN - Li Wanê Muhbet Çîftçioglu ku bi vîrûsa corona (Covît-19) jiyana xwe ji dest da, wekî mirina xwezayî nîşan dan. Dirapora mirinê de jî "Mirina xwezayî" nivîsandin û cenaze teslîmî malbatê kirin.    Li Gundê Dêrê yê Navçeya Erdîşa Wanê, Muhmet Çîftçîoglu, di 12'ê Nîsanê de bi vîrûsa corona (Covît-19) ket û di 19'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Lê rayedaran wekî "Mirina xwezayî" nîşan dan û cezanez teslîmî malbatê kirin. Lê derket holê ku Muhbet Çîftçîoglu bi vîrûsê miriye. Muhbet Çîftçîoglu, di 12'ê nîsanê de bêzar bû û rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Erciş Şehit Rıdvan Çevik. Piştî mudaxaleyê bi şika vîrûsa Corona (Covid-19)  rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê. Di destan de hat tespîtkrin ku nexweşiyên wê yên kronîk ên dil, hipertansiyon û KOAH hene. di 15'ê Nîsanê de mînak girtin û tespît kirin ku şewba Covid-19 pêre heye. Çîftçîoglu ku testa wê ya Covît-19 posîtîf derket, di 19'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Lê di raporamirinê de wekîe "Mirina Xwezayê" nîşan dan. Lê kesên bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dide, ji bo tedbîran ji aliyê rayedaran ve tê veşartin. Cenazeyê Çiftçioglu jî wekî mirinek xezayî teslîmî malbatê kirin û di raporê de "Mirina xwezayî" nivîsîn. Malbatê piştî cenaze ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê gritin, birin li Gundê Dêrê bi  wecîbeyên olî û wekî merasimek asayî cenaze defin kirin. Xizmên Çiftçioglu li ser gorê kom bûn û cenaze defin kirin.    Van Valiliği’nin, defin işlemlerinden bir gün sonra 20 Mayıs’ta yaptığı açıklamayla, ihmaller zinciri açığa çıktı.    WALÎTÎ: SEDEMA MIRINÊ COVÎT-19  YE   Lê li aliyê din Walîtiyê daxuyanî da û diyar kir ku Muhmet Çîftçîoglu ya 67 salî ya ji Gundê Dêrê bi vîrûsa Covît19 jiyana xwe ji dest daye. Walitiyê anî ziman ku tevî hemû mudaxaleyan Çiftçioglu bi vîrûsa Covît 19 di 19'ê Gulana 2020'an de jiyana xwe ji dest daye. Piştî ev agahî di çapemeniyê de hat parvekirin malbata Çîftçîoglu fêr bû ku Muhbet Çîftçîoglu ji ber Covid-19 jiyana xwe ji dest daye. Malbatê piştî vê daxuyaniyê bertek nişan dan û gotin: "Madem nexweşê me bi Corona mir çima vê yekê ji mere nabêjin. Çima di raporê de 'Nexweşiya ne şewb e û belav nabe' dinivîsin.    Piştî Çiftçîoglu defin kirin jî dîsa tedbîr nehatine girtin û hêj li gund tu tedbîr û test nehatine kirin. Malbata Çiftçioglu xwe amade dikin ku der barê berpirsiyaran de serlêdana sûc bikin.    MA / Adnan Bilen