KCD, DBP û HDP'iyan Sûr ziyaret kirin 2020-05-21 16:39:24 AMED - Hevserokên KCD û DBP'ê tevî parlamenterên HDP'ê, xwestin taxên navçeya Sûrê yên piştî 5 salan qedexeya li ser wan rabû, ziyaret bikin, lê polîsan ziyaret asteng kir. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz astengkirin şermezar kir û got: “Hêj hişmendiya hikûmetê neguheriye." Şandeya ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk tê, xwestin biçin kolanên Sûra Amedê yên ku piştî 5 salan qedexeya li ser wan rabû ziyaret bikin. Şande berî serdanê li ber avahiya HDP'ê ya Sûrê kom bûn. Polîsan serdana şandeyê asteng kir. Şande jî li dijî astengiya polîsan heta Minareya 4 ling meşiya û li vir daxuyanî dan çapemeniyê.    Hevseroka Giştî ya DBP’yê Salîha Aydenîz li vir axivî û astengkirinê şermezar kir. Salîha, bal kişand li ser armanca serdana kolanên Sûrê û got: "Bi sedan welatî niha mexdurê van qedexeyên keyfî yên hikûmetê ne. Ligel bê war mayîna welatiyan jî dîroka mirovahiyê jî tê xirakirin. Ev qetlîama herî mezin e. Qedexeya derketina li derve çiqas hatibe rakirin ji bi awayekî fîlî niha jî li vir berdewam dike. Me xwest em rewşa heyî bibînin û welatiyan agahdar bikin. Lê mixabin destûr ne hat dayîn. Em carek din bi astengiya hikûmeta faşîst re rûbirû man. Ev dîmen dîmenê faşizaniyê, takekesiyê û nîjadperestiyê ye. Ev dîmen dîmenê dijminatiya li hemberî Gele Kurd e. Dixwazin qetlîam û texrîpkirina li pişt vî dîwarî hatî kirin veşêrin. Naxwazin raya giştî û cîhan pê bihese."   Salîhayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wekî partî destûr nadin van qetlîaman. Îro şunde ji bibin şopdarê pêvajoya Sûrê. Em ê bibin şopdarên daxwazên welatiyên ku bûna mexdûrên qedexeyan. Em ê li hemberî wan bi hevre têbikoşin."   Şande piştî daxuyaniyê bi çepikan heya avahiya HDP’ê ya Sûrê meşiyan.