Dermankirina zarokê bi mermerê TOKÎ birîndar bû didome 2020-05-21 16:56:30   MÊRDÎN - Zarokê 8 salî T.E., lê li Navçeya Nisêbînê bi kevirê mermer ê ji xaniyên TOKÎ ket û birîndar bû, hêj baş nebûye. Dermankirina T.E., didome.    Li Taxa Firatê ya Navçeya Nisêbinê di 19'ê Gulanê de, dema qedexeya kolanan didomiya, 4 zarok li ber diwarê xaniyên TOKÎ rûniştibûn. Di wêkêliyê de perçeyekî mermer ji Xaniyên TOKÎ ketibu xwar û 4 zarok birîndar bûbûn. 3 zarok piştî hatin dermankirin şandin malê. Lê dermankirina zarokê 8 salî T.E., hêj didome. T.E., niha li Nexweşxaneyek Taybet a Qoserê tê dermankirin. Bavê T.E., Nuri E., diyar kir ku bijîşk, dixwazin heta 72 saetan li vir bê rawestandin û rewşa krîtik ji ser xwe bavêje. Niha hişê wî li serê wî ye û diaxive. Malbatan serî li dozgeriye dan û serledana sûc kirin. Malbatan anîn ziman ku ji bo ev bûyer dubare nebin gilî kirin.