Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 249 2020-05-21 19:37:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 27 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane. Hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 249.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.     Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 961 kesên din jî bi şewbê ketine û 27 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 153 hezar û 548 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 249.